Wezîra Derve ya Almanyayê ji Nêçîrvan Barzanî re name şand
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de ragihand ku ew dê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam bin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, Annalena Baerbock ji ber mêvanperwerî û dostaniya ya serdana xwe ya 7-10ê Adarê ya ji bo Herêma Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.
Baerbock diyar kir ku Almanya dê li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be û tekez kir ku hêzên Almanyayê dê li Herêma Kurdistanê bimînin.
Baerbock spasiya Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya penaberan kiriye, bi taybetî Êzidî û Xiristiyanên ku di sala 2014ê de ji ber êrişên DAIŞê reviyane.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock dupat kir ku ew piştevaniya vegera penaberan bo ser xaka xwe dikin û tekez jî li ser wê yekê kir ku ew Herêma Kurdistanê û Iraqê teşwîq dikin ku li ser vê mijarê danûstandinan bikin.
Baerbock diyar kir ku ew wek welat girîng dibînin ku Hewlêr û Bexda li dijî bandorên neyînî yên guherîna keşûhewyê bisekinin.
CH
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî