July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ragehandina Bingehê Laliş di qonaxeka başda ye

Ragehandina Bingehê Laliş di qonaxeka başda ye
Tora Laliş/Duhok
Bi merema pêşxstina ragehandina bingehê laliş, îro sê şembûyê 28î adara 2023,kombûna pişka rewşenbîrî û ragehandinê li bingehê laliş li Duhokê hate encam dan û çend biryarên nû hatin dan.

Bi serperştya berêz Seîd Xudêda cêgrê Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî, kombûna pişka rewşenbîrî û ragehandinê digel stafê ragehandina Bingehê Laliş(Rojnama dengê laliş، Tora Laliş، kenalê Sema، bernamê Sema Ktv) hate encam dan.

Di kombûnê da cêgrê Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi têr û teselî behs li rolê ragehandina bingehê laliş diqonaxa niha da‌ û girngiya romalkirina bûyeran û babetên grêdayî bi bingehî û civaka Êzdiyan ve kir û dupat kir jî ku pêtvye rojnamevan li gel bûyeran bin û dibyavên cuda cuda xizmeta xelkî û civaka xo biken.

Ji alyekê dî da ji nêzîk ve gohdarî gile û gazndên stafê ragehandina bingehî bû,bo hndê xalên bihêz û lawaz bêne berçav kirin. herwesa tekez l pêgehandin û pêşxstina şiyanên stafî kir, ku ragehandna bingehî bitir rolê xo bibînt dinava civakî da û pêngavên baştir bihavêjt li qonaxên dahatî da.

Li dawya kombûnê jî çend biryarên nû bo bitr pêşxstina û bihêzkirina ragehandina bingehê laliş hatine dan.

 

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi