July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan melbenda gihandina çendîn serkirdeyên jêhatî bûne

Mesrûr Barzanî: Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan melbenda gihandina çendîn serkirdeyên jêhatî bûne

BasNews– Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Her du Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan dîrokeke wan a pir serwerî heye û di qonaxên cuda yên xebata gelê Kurdistanê de, di mijarên niştimanî de her dem li sengerê pêş yê berevanîkirin û dakokîkirinê bûn.”

Peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî wiha ye:

Di 70emîn salvegera damezrandina herdu rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokratîk ên Kurdistanê de, ez pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû endamên herdu Yekîtiya Qutabiyan û Ciwanên Kurdistanê dikim û hêviya pêşketinê û nûbûnê û berdewamiya wan dixwazim.

Her du Yekîtiyên Qutabiyan û Ciwanan dîrokeke wan a pir serwerî heye û di qonaxên cuda yên xebata gelê Kurdistanê de, di mijarên niştimanî de her dem li sengerê pêş yê berevanîkirin û dakokîkirinê bûn. Herwiha melbenda pêgihandinê ya çendîn serkirdeyên jêhatî û bi şiyan bûne, ku îro gelek ji wan di warên cur bi cur de xizmetê dikin.

Ez hêvîdar im di karwanê xebata xwe ya rêxistinkirî de di serkeftina berdewam de bin ji bo pêgihandina nifşekî hişyar û zana û dahêner û niştimanperwer û şiyanên xwe di xizmetkirina gel û welatê xwe de bi kar bînin.

Salvegera 18ê Sibatê pîroz be û her dem Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê di pêşketin û nûbûneke berdewam de bin.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)

18ê Sibata 2023an

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi