Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şemzînan a ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê rêya 49 gund û gundikan hat girtin.
Rêveberiya Veguhestin û Rêyan ser bi Îdareya Taybet ya Colemêrgê ragihand ku li navçeya Şemzîna ser bi parêzgeha Colemêrgê şeva borî berfeke zêde bariyaye û di encama berf û pûkê rêya 10 gund û 39 gundikan hatiye girtin.
Herwiha li gor zanyariyên Rêveberiya Veguhestin û Rêyan ya bajêr tîmên peywendîdar ji bo vekirina rêyan dest bi kar kirine û karê wan berdewam e.
Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ragihandibû ku li piraniya parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê ji roja Înê 27ê Çile û heta 4ê Sibata 2023an barîna berf û baranê dest pê bike û divê welatî tedbîrên pêwîst werbigrin.
00S.A
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî