June 28, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide navê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî: Paşxistina hilbijartinan zirarê dide navê Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna îro ya bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê ragihand, paşxistina hilbijartinan dê zirarê bide nav û pêgeha Herêma Kurdistanê.

Îro Çarşem 10ê Tebaxa 2022an, bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi amadebûna Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, civînek li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re hat kirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Di destpêka meha Îlonê de, civîna dawî ya ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên girêdayî hilbijartinan û çareserkirina pirsgirêkên li pêş proseyê dê were lidarxistin, heta wê demê Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bi alîkariya tîma pispor a UNAMI di gotûbêj û amadekariyan de dê berdewam bin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya aliyên di civînê de kir ku bersiva vexwandinê dane û hêvî kir ku aliyên siyasî ji bo diyarkirina roja hilbijartinan û çareserkirina pirsgirêkan bigihin rêkeftinekê.

Di hevdîtinê de Jenine Plaschardt behsa girîngiya lihevkirina li ser mijara hilbijartinan û diyarkirina dema hilbijartinan kir û piştgiriya Neteweyên Yekgirtî ji bo serkeftina proseyê diyar kir. Her wiha teqezî li ser wê kir ku, “Divê ew di demeke kurt de bigihin encamekê ji ber ku demeke zêde nema di destê me de.”

Serokê YNKê Bafil Talebanî,  Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behaedîn, Rêkxerê Giştî yê Goranê Omer Seyid Elî, Serokê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd û Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr beşdarî civîna îro ya Serokê Herêma Kurdistanê ya bi aliyên siyasî re bûn.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi