Johnson bo Nêçîrvan Barzanî: Em piştevanên daxwaza te ne
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Brîtanyayê nameyek ji bo Serokê Herêma Kurdistanê şand û serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Londonê, ji bo “kûrkirina peywendiyên nêzîk” wek `derfeteke girîng` binav kir û herwiha piştevaniya xwe ji bo daxwaza Nêçîrvan Barzanî ya bo çaksaziyên Pêşmerge derbirî.
Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro ragihand, nameyeke Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson gihişt Nêçîrvan Barzanî.
Piştgiriya Brîtanyayê
Li gor daxuyaniyê, di nameyê de Serokwezîrê Brîtanyayê, pabendiya welatê xwe bi seqamgiriya demdirêj a Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 15/09/2021 serdana Londonê kiribû û jibilî berpirsên din ên pilebilind li gel Serokwezîr Boris Johnson jî civiyabû.
Peywendiyên nêzîk
Serokwezîrê Brîtanyayê jî di wê nameyê de behsa serdana Nêçîrvan Barzanî dike û wê serdanê ji bo kûrkirina “peywendiyên nêzîk” û gotûbêjkirina alîkarî û hevkariya di navbera herdu aliyan de, wek “derfeteke girîng” binav dike.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di bersiva nameya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de diyar dike, “Kêfxweş bûm ku Îlona derbasbûyî min li Londonê mazûvaniya we kir, piştî ku min sala 2015an serdana Hewlêrê kiribû. Brîtanya hevbeşiya me gelek bilind dinirxîne û pabenda seqamgirî û asayişa demdirêj a Iraq û Herêma Kurdistan a Iraqê dimîne.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî