July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Hesekê bi hezaran kes koçber bûn

Li Hesekê bi hezaran kes koçber bûn

Heseke (Rûdaw) – Li Hesekê piştî êrîşa DAIŞê ya li ser girtîgeha Sînaa bi hezaran welatî ji malên xwe koçber bûne.

Welatiyên ku neçar mane ji malên xwe birevin, 5 roj in li derve ne û ji ber ku kes bi hawara wan de nehatiyê berê dane mizgeftê.

Ev koçber di rewşeke zor û zehmet de dijîn, ji biçûktirîn pêdiviyên jiyanê bê par in û bi xemgînî behsa serpêhatiya xwe dikin.

Koçber Şêxa Miziyen got “Demjimêr 5 sibehê DAIŞ derbasî malên me bûn û ji me re gotin bi lez derkevin. Niha em tî ne û ji me re nanîne û me şîv jî nexwariye, hindek ji wan re hat, çend malbat hene ji bîr kirî ne.”

80 malbat ku hejmara wan 170 kes e li mizgefta taxa Til Hecer bi cih bûne. Piraniya van koçberan ji taxa Hoş El Beer in ku di rojên destpêkê yên girjeyê çekdarên DAIŞ ên reviyayî derbasî taxa wan bûbûn.

Koçber Xelîl Hesen ragihand “Li deriyê me ket û min derî vekir, gotin em birayê we ji dewleta Îslamî ne û zirarê nadin we, bes rê bidin me. 2 demjimêran rûniştin û paşê telefon ji me standin, heta berdestê sibê man, 5 çekdarên din hatin û gotin civîna me li taxeke din e û piştre çûn.”

Şer û pevçûn li hawirdorê zindanê berdewam dike û li gorî Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di van pêşhatan de 175 çekdarên DAIŞ hatine kuştin, 27 şervanên wan jî şehîd bûne.

Her wiha bi gurbûna êrîş û alozî ji taxên başûrê Hesekê 2 hezar û 500 kes derbe derbûn. Hevpeymana Navdewletî û bi hevrêziya HSDê yên li ser zemînê hewil didin ku zindanê kontrol bikin, lê heta niha ew yaxîtiya çekdarên zindanê bi dawî nebûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi