July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ji Nêçîrvan Barzanî bo 4 dewletan peyama Pirsa Kurd

Ji Nêçîrvan Barzanî bo 4 dewletan peyama Pirsa Kurd

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn de ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê hatiye organîzekirin, derbarê Pirsa Kurd li welatên navçeyê axivî û ragihand, “têkildarî Pirsa Kurd eger em li rewşa Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê jî mêze bikin, ev mijareke navxwe ya wan welatan e. Pêwîst e her yek ji wan welatan di çarçoveya sînorê xwe de bi giringî ve li çareserkirina vê pirsgirêkê bigere.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir, “Nabe Kurd li wan welatan bên cudakirin, lê belê divê cihê wan bê vekirin, li gor giraniya xwe hevbeş be û beşdarî bi wan bê kirin û derfet bi wan bê dan di çêkirina biryarê de hevbeş û beşdar be.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi hebûna çar netewên sereke li navçeya Rojhilata Navîn kir û tekez kir, “Netewên Kurd, Ereb, Fras û Tirk berî wan dewletên niha her hebûn û pêkve dîrok û cografiya (erdnîgariya) wan a hevbeş heye û got, tekez dê ew netew wek cîran bimînin.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, niha ku netewên Fars, Tirk û Ereb li vê navçeyê xwedî dewlet in, erkê wan e ku mafên kulturî, siyasî û civakî yên Kurdan di çarçoveya welatên xwe de bidin.

Di berdewamiya axavtina xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Hewla tunekirina hev çiqas tund be û dirêj be, herî dawî divê em hevdu qebûl bikin û divê em vê rastiyê bînin bîra xwe ku ti kesî ji me biryar nedaye em ji vir herin, ti kes ji me nahele, lewra pêkvejiyan di yek dewletê de rêya me ya çareseriyê ye.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi