July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hifzullah Kutum: Gotina ‘Bijî Kurdistan’ ne tawan e

Hifzullah Kutum: Gotina ‘Bijî Kurdistan’ ne tawan e

Xarpet (Rûdaw) Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya torên civakî li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kir. Ji ber vê peyama wî zanîngehê derbarê Kutum de lêpirsîn da destpêkirin û îro jî ew ji kar hat avêtin û hat desteserkirin. Kutum berî desteserkirina xwe ji Rûdawê re ragihandibû, “Gotina `Bijî Kurdistan` ne tawan e û dûrxistina min ji zanîngehê ji ber ala û navê Kurdistanê, ji bo min cihê şanaziyê ye.”

Hifzullah Kutum, Akademîsyen, dibêje, “Li şûna ku ji sûcek krimînal û ku ji sûcek eybî  lêpirsîn li min were vekirin û ji ber van sûcan  werim îxrackirin, ji tiştek wiha ku ji bo min cîhê şanazîyê ye werim îxrackirin, ev ji min re bibe şeref. Ev şeref jî ne ya min tenê ye ev şeref ya Kurdan û Kurdistanê ye.”

Piştî cezadanê akademîsyenê Kurd îtîraz li cezayê xwe kirîye û îtîraza wî ji alîyê zaningehê ve hatîye redkirin.

Hifzullah Kutum, Akademîsyen, dibêje, “Ji îtîraza min li lêpirsînê û cezayê ku li min hatîye birîn e. Yanî dayîna wan ya cezayê herî kêm ji bo min ne qencîyek e ku li min kirine. Ji xwe xirabîya mezin ew e li min kirine ku ji ber vê hincetê li min lêpirsîn vekirine.”

Tevî ku egera ji kardûrxistinê heye jî Hifzullah Kutum ji gotinên  xwe nayê xwarê û ew dibêje, “Ez nafikirim ku paş de gav bavêjim lewra ez ne neheq im.Yanî ez di ferqa nasnameya xwe de ev ne sûc e,anîna ziman ya vê rastîyê ne sûc e. Gotina bijî Kurdistan ne sûc e. Kurdistan bi dîroka xwe, bi erdnîgarîya xwe, bi çanda xwe rasteqînîyek e.”

Di derbarê lêpirsîna ku ji alîyê zaningeha firatê ve li akademîsyen Kutum hatîye vekirin de hikûknas jî amaje bi azadîya  anîna ziman ya fikr û ramanan dikin  û dibêjin.

Mihemed Emîn Aktar, Hiqûqnas, dibêje, “Hesabên medyaya civakî hesabên taybet in û tu eleqe bi zaningehê nîn e.Dibêjin şoreşa îlonê,şoreşa îlonê,şoreşa îlonê ya başûrê Kurdistanê ye.tu eleqeya wî bi tirkiyê nîn e.Ala Kurdistanê jî dema ku nûnerên herêma Kurdistanê tên tirkiyê ala Kurdistanê tê bilind kirin.Yanî di vir de tiştek ku meriv pê were sûcdar kirin û were qedexe kirin di vir de tune ye.”

Li gor Kutum niha eger heye ku zaningeh di derheqê wî de bo dozgerîyê gilî tomar bike û lepirsîna edlî jî li wî were vekirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi