August 01, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî: Piraniya êrişên ku li dijî hikûmeta Kurdistanê tên kirin, siyasî ne

Mesrûr Barzanî: Piraniya êrişên ku li dijî hikûmeta Kurdistanê tên kirin, siyasî ne

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, ew ji berpirsyartiyê natirse û piraniya êrişên ku li dijî hikûmetê jî tên kirin, siyasî ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî dîdara bi navê “Town Holl” li zankoya Amerîkî ya Duhokê bû û bi rengekî rasterast bersiva pirsên xwendekaran da.

Mesrûr Barzanî behsa hejêkirina welat kir û got, bo xatirê paşerojeka baş hej welatê xwe bikin. xwedanê vî welatî kesekî din nîne ji bilî we. Yek bi yekê welatiyaan xwedanê vî welatî ne.

Li ser mûçe û çaksaziyê jî Mesrûr Barzanî got, ez ji berpirsyartiyê natirsim. Ez bi tenê jî bimînin dê berpirsyartiya xwe bicîh bînim. Hemû hewla me ew e ku em zêdetirîn dahatê vegerînin welatiyan… Piraniya êrişên ku li dijî hikûmetê jî tên kirin, siyasî ne.

Serokê hikûmeta Kurdistanê li ser xebatên hilbijartinan jî axivî û got, ew kesên ku li ser bingeha çêkirina kîn û kerbê û xirabkirina aliyê din reftar dikin, bizanin ku tiştek di barê wan de nîne… Divê hevrikî li ser wê yekê were kirin ku kî dikare zêdetir xizmet bike.

Tevahiya dîdara han şeva 30 vê mehê demjimêr 21:00 tê belavkirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi