June 28, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 149 kes bi coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 3 hezar û 149 kes bi coronayê ketin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 3 hezar û 149 kes bi vîrusa coronayê ketin û 16 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 797 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 16 hezar û 569 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 3 hezar û 149 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 797 nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 3, Helebce 1, Silêmanyê 4 û Duhokê 8 bi giştî 16 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 505 hezar û 379 pişkinînên coronayê hatin kirin, ji wan 240 hezar û 879 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 201 hezar û 980 kes baş bûne û 4 hezar û 834 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi