June 27, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Gencên Başûrê Kurdistanê bo çi berê xwe didin Ewropa?

Gencên Başûrê Kurdistanê bo çi berê xwe didin Ewropa?

Stenbol (Rûdaw) Ji Başûrê Kurdistanê jî her sal bi hezaran kes ser bi Tirkiye re derbasî Ewropa dibin û di van mehên dawîn de hejmar zêde bûye.

Li gar amarên Neteweyên Yekbûyî li ser rûyê cîhanê 84 milyon kes ji welatên xwe derbûne û ketine rêyên koçê. Tirkiye yek ji wan welatan e ku rêjeyeke zêde ya penaber û koçberan li xwe digire. Ji çendîn welatan bi hezaran geştiyor her roj berê xwe didin vî welatî. Ne tenê welatên ku şer lê heye di heman demê de ji gelek deverên din jî koçber tên nava Tirkiye da biçin bo Ewropa.

Ji Başûrê Kurdistanê jî salane bi hezaran kes ser bi Tirkiye re derbasî Ewropa dibin. e. Bi taybetî li Stenbolê hema bêje li her navçeyekê asayî bûye ku mirov rastî koçberan bê ku ew ji Başûrê Kurdistanê hatine.

Eger weke geştiyar lê bigerî Aksaray yek ji semt û deverên Stenbolê ya ji rêzê ye. Bes eger bi çavekî din lê binêrî, tu dibînî ku tevger û bazereke veşartî lê digere. Bazara penaber, koçber û qaçaxçiyan. Rêyên tije zor û zehmetî ku ji çendîn welatan destpê dikin, li vir li ser maseya qaçaxçiyan bi dawî tên.

Koçberê ji Başûrê Kurdistanê Rêbaz Yûsif dibêje: “Eger bavê min nebe ez nikarim debara xwe peyda bikim. Li Kurdistanê heta niha ti caran kareke min nebûye.”

Tirkiye êdî bûye rawestgeheke veguhestina koçberan. Baregeha qaçaxçiyan jî Aksaray e. Ji wan welatên ku şer û arîşe lê berdewam in bi hezaran kes xwe li vir digirin. Ev asayî ye, lê tişta ne asayî ew e ku welatiyên ji Başûrê Kurdistanê jî qefle bi qefle berê xwe didin rêya koçê.

Koçberekî din ê ji Başûrê Kurdistanê Azad jî dibêje: “Jiyana li Ewropayş xweş e. Ji bo gencan jiyan li wê derê xweştir e.”

Ji Aksarayê berê xwe didin Taksîmê. Akam e xelkê Ranya soz dabû me ku komek ciwanên ji Başûrê kurdistanê bo me bîne. Divê em ji meydanê derkevin û biçin baxekî da ew rastî polîsan neyên. Ya rast em li benda çend gêncanbûn lê hejmar bû bi qasî ciwanên gundekî. Gelo xelkê Başûrê Kurdistanê bo çi xwe li rê û behran diqelibînin?

Koçberê bi navê Akam jî got: “Li Kurdistanê jiyan ji bo me zehmet bûye, herwiha li Tirkiyê jî jiyan li me zehmet bûye. Min nizanin ka em dê welateke din bibînin an na.”

Koçber Hisên Mihemed jî wiha axivî: “Ji bo ti jiyaneke xweş li Kurdistanê nemabû.”

Koçber Karwan jî got: “Em hatine vê derê bi rêya behrê derbas bibin, lê me nizanin ka dê çi tê serê me, em mirin an dimînin kes nizane.”

Li gor ku ew dibêjin her kesek zêdetir ji 10 hezar dolar didin qaçaxçiyan. Piraniyê wan têne xapandin. Bi mehan li vir li otêlan dimînin û paşê yan berê xwe didin behrê, yan piştî rawestîneke dirêj têne deportkirin. Dema tu ji wan dipirsî ka gelo rêya behrê mirin lê ne bar e. Ew dibersivînin: “Yext û bext e kake giuan ê me diroyn bo jiyanek xoştir.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi