Serok Barzanî pêşwazî li balyoza Norwêcê ya li Iraqê kir
BasNews – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyoza Norwêcê ya li Iraqê kir û hin mijar hatin guftûgo kirin.
Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:
Roja çarşem 23.06.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Tone Allers Balyozê Norwêcê li Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û gefa terorê hate guftûgo kirin û ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê.
Her li vê civînê de hengavên ji bo pêkanîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên emniyên Iraqê û her wiha yekxistin û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi erênî wesif kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Norwêcê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî spasî rol û bandora Norwêcê ya li yarmetîdana koçberan û karubarên xêrxwazî û beşdarbûna li Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da’îş kir.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî