Gundek li Duhokê ji ber operasyona Tirkiyê hat valakirin
Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber bombebaran û topbarankirina berdewam ji aliyê Tirkiyê ve, 32 malên gundê Kêste dest ji mal û halê xwe berdan û gund bi tevahî vala kirin. Li aliyekê din, li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê ji destpêka operasyona xwe ya nû ve, heya niha heft xalên serbazî li gundên devera Berwarî Bala ava kirine.
Operasyona artêşa Tirkiyê li navçeyên Metîna, Avaşîn, Zap di nav axa Başûrê Kurdistanê de berdewam e. Ji ber berdewamiya şer û operasyona Tirkiyê, gundê Kêste li nahiyeya Kanî Masê ya Amêdiyê bi tevahî hat valakirin.
Akinciyekî gund dibêje, “ji ber êrişên Tirkiyê em derbider bûne û em nizanin biçin kuderê.” Muxtarê gundê Kêste jî dibêje, ew cihên ku artêşa Tirkiyê wan bombebaran dike, ne xalên sînorî lê ne, ne jî hêzên asayiş û pêşmerge.
Ji ber ku şevan metirsiya bombebarnê zêdetir e, akinciyên gundê Kêste bi roj mala xwe bar kirin û malavayî li gundê xwe kirin.
Di 31 salên derbasbûyî de, ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de, gundê Kêste sê caran hatiye valakirin û dubare hatiye avedankirin.
Hemîd Mihemed yek ji akinciyên gundê Kêste ji Rûdawê re ragihand: Her 32 malên gund bi tevahî bar kirin û gund hat valakirin.
Bombebarankirina deverê bi awayekî berdewam, metirsî li ser jiyana xelkê navçeyê çê kirine. Hewa Mûsa nişteciheka gundê Kêste dibêje, bi dûriya 50 metran gulleyeke topê li nêzîk gundê Çelka ku gundekî Krîstiyanan e, ketiye xwarê lê neteqiyaye.
Mehmûd Kêsteyî, muxtarê gundê Kêste ye û daxwaziyeke wî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye. Ew dibêje: “Nêzîkî 10 gundên Berwarî Bala dikevin pişt xal û binkeyên zêrevaniya sînor, xelkên wan gundan daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku gundên wan biparêze.”
Rêvînk Hirûrî, endamê Parlamentoya Kurdistanê jî ragihand: “Berî destpêkirina operasyonê, 36 xalên serbazî û şeş binkeyên serbazî yên Tirkiyê li sînorê parêzgeha Duhokê hebûn, niha hejmara wan gihîştiye 43 xalên serbazî.”
Artêşa Tirkiyê li bakur û rojavayê gundê Kêste bicih bûne, li rojhilatê gund jî binke û baregehên PKKê hene, ji ber wê yekê jî şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de berdewam e. Li gor agahiyan, di du şevên bihorî de şer û pevçûn derbasî nava gund bûn, lewma jî piştî 14 rojan ji destpêkirina operasyona nû ya Tirkiyê, xelkê gundê Kêste bi neçarî gundê xwe vala kirin.
Ji roja 23ê Nîsanê ve artêşa Tirkyê operasyoneke nû ya bejahî û esmanî di nav axa Başûrê Kurdistanê de daye destpêkirin û ji wê rojê ve şer û pevçûn di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de berdewam in. Her du alî amarên cuda derbarê şer û pevçûnan de radigihînin û herwiha artêşa Tirkiyê hejmarek xalên nû yên leşkerî li navçeyê ava kirine.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî