May 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Helwesta Encûmena Asayişa Navdewletî li ser operasyona Tirkiyê

Helwesta Encûmena Asayişa Navdewletî li ser operasyona Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbgirtî ve derbarê operasyona Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, “tiştê ku rû dide, cihê dilgiraniyê ye” û divê Tirkiye û Iraq pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Christoph Heusgen, Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî ji peyamnêrê Rûdawê Mecidî Nizamedîn Gilî re ragihand, tiştê çêdibe cihê dilgiraniyê ye, lê tu zanyariyên wî nînin ku Iraqê daxwza civîna Encûmena Asayişê derbarê operasyonên Tirkiyê de kiribe.

Christoph Heusgen herwiha bi pêwîst zanî, ku Iraq û Tirkiye kêşeyên xwe di riyên siyasî re çareser bikin.

Heusgen wiha got: “Derbarê şerê Iraq û Tirkiyê, em bi dilgiranî li wê rewşê dinîrin. Daxwazî tunebû ku ev mijar beşek be ji acendaya Encûmena Asayişa Navdewletî. Bi kêmanî ez agahdar nînim. Lê belê me, ew 14 demjimêr e ku serokatiya me dest pê kiriye. Em di vê baweriyê de ne ew şerê di navbera cîranan de pêwîst e bi rêyên siyasî bêne çareserkirin, ne bi rêyên serbazî.”

Ji roja 15ê Hezîranê ve Tirkiyê dest bi operasyoneke berfireh li ser axa Başûrê Kurdistanê kiriye. Berpirsên Tirkiyê dibêjin, ew tenê pêgehên PKKê dikin armanc, lê heya niha herî kêm 4 welatiyên sivîl di encama bombebaranên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane, hejmarek sivîl birîndar bûne û herwiha çendîn gund jî hatine valakirin.

Li gor çavkaniyekî serbazî, di dema 15 rojên operasyona nû ya Tirkiyê de ku navê “Çengê Piling” lê kiriye, artêşa Tirkiyê li 12 cihên stratejîk ên sînorê nahiyeya Batîfayê bicih bûye.

Bi gotina heman çavkaniyê, pêştir û di dema 37 salên bihorî de, Tirkiyê 24 binkeyên serbazî li sînorê Kanî Masê, Dêrelûk û Şêladzê danîne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, operasyona vê carê ya Tirkiyê metirsî bo ser jiyana welatiyên sivîl li 150 gundên sînorê hersê qezayên Zaxo, Amêdî û Akrê çêkiriye.

Hêzên artêşa Tirkiyê di operasyona vê carê de, bi dirêjahiya 45 heta 50 kîlometran û bi kûrahiya 15 bo 30 kîlometran hatine nav sînorê nahiyeya Batîfayê, heta niha jî li 12 cihên cuda bicih bûne.

Herwiha di 37 salên bihorî de, ku Tirkiyê li gel rejîma berê ya Iraqê rêkeftina derbaskirina sînor îmze kir û yekemîn operasyona xwe li nav axa Başûrê Kurdistanê bi kûrahiya 10 kîlometran pêk anî, 60 gundên Başûrê Kurdistanê ketine bin kontrola Tirkiyê.

Naveroka pirsên Rûdawê û bersivên Christoph Heusgen Serokê Encdûmena Asayişa Navdewletî:

Rûdaw: Du pirsên min hene, ya yekem li ser vê reşnivîsa projebiryarê ye ku Almanya û Belcîka amade kirine ku derbarê vekirina xalên sînorî yên Sûriyê de ye, ji bo ku alîkariyên mirovî bi taybetî ji xala sînorî ya Elyarubiye (Til Koçer) re derbas bibin. Heta çi qasî geşbînî ku ev reşnivîs were pesendkirin û herwiha ji bo endamên Encûmena Asayişa Navdewletî çi qas giring e, bi taybetî di vê rewşa xirab a Bakurê Rojhilatê Sûriyê de, ew xalên sînorî bêne vekirin?

Christoph Heusgen: Gelek spas bo van du pirsan. Derbarê projebiryara xalên sînorî de, ez û hevkarê xwe yê Belcîkî, em berpirsên vê projebiryarê ne. Sedema karê me, pêwîstiyên mirovî ne. Pêwîstiyên mirovî bi awayekê ye ku me pêwîstî bi hatina alîkariyan ji sînoran ve heye bo xelkê. Pêş şeş mehan me gotûbêj hebû û me daxwaza vekirina xala sînorî ya El Yarubiye (Til Koçer) kir, wê demê em tûşî gefa vetoya Çîn û  Rûsyayê bûn. Li gor pêdawîstiyên mirovî dê helwêsta me hebe. Di demekê de ku rast e şandina alîkariyên mirovî ji Dîmeşqê (Şamê) ve bo navçeyên din dibe ku bên kirin û me dît ku Rêxistina Tendirsutiya Cîhanê ji Şamê ve alîkariyên xwe gihande bakurê rojavayê Sûriyê, lê belê ew hemû pêwîstiyan tejî nake (têrê nake) û kêm e. Ew jî bi vekirina xala sînorî ya El Yarubiye tê tejîkirin. Lewma me ev di reşnivîsa projeyasayê de danî, gelek dema me nemaye, di 10ê vê mehê de dema projebiryara berê ku rê bi hatina alîkariyên mirovî dide, bi dawî tê. Em dixwazin alîkariyên mirovî bigihe navçeyê û em berdewam bin li ser hewldanên ji bo serxistina wê projebiryarê. Di heftiya tê de em dê bibînin ka encama wê dê bi çi awayî be. Em li gor pêwîstiya bi alîkariyên mirovî tevdigerin. Pêwîstiya bi alîkariyên mirovî li bakurê rojava û bakurê rojhilatê Sûriyê, te rewşek heye ku ti rêyek nîne bo şandina alîkariyan bi rêya sînoran. Pêwîst e alîkarî li Tirkiyê bin û bi rêya wan herdu xalên sînorî be ku di reşnivîsa projebiryara me ya bi hejmar 2504 de heye. Em berdewam dibin li ser hewldanan ji bo ku ew projebiryar serkevtî be û dubare dibêjim, pêwîstiyên mirovî li wan navçeyan dehfderê karê me ye.

Rûdaw: Derbarê rewşa Iraqê de, niha rewş li ser sînoran ber bi aloziyê ve diçe. Ew du heftî ye Tirkiyê operasyonek bo nav axa Iraqê dest pê kiriye û îro Iraq dibêje, dê hêz bişîne. Weke ew dibêjin, ji bo rawestandina Tirkiyê ku Iraqê pêştir bi çend nameyên bo Encûmena Asayişê, gilî tomar kiribû. Encûmena Asayiş çi dike di vê derbarê de? Gelo ti daxwazeke civînê yan daxuyaniyek ji Iraqê ve ji we re hatiye?

Christoph Heusgen: “Derbarê şerê Iraq û Tirkiyê, em bi dilgiranî li wê rewşê dinîrin. Daxwazî tunebû ku ev mijar beşek be ji acendaya Encûmena Asayişa Navdewletî. Bi kêmanî ez agahdar nînim. Lê belê me, ew 14 demjimêr e ku serokatiya me dest pê kiriye. Em di vê baweriyê de ne ew şerê di navbera cîranan de pêwîst e bi rêyên siyasî bêne çareserkirin, ne bi rêyên serbazî.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi