Nêçîrvan Barzanî:Serkeftina referandomê serkeftina hemû pêkhateyên Kurdistanê ye
BasNews
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya beşdariya xwe di merasîma çillrojiya Sekreterê Berê yê Partiya Komonîst a Iraqê, Ezîz Mihemed de ragehand ku, serkeftina pirsa referandoma serxwebûna Kurdistanê ne serkeftina hizbekî yan aliyekî ye, lê serkeftina hemû pêkhateyên gelê Kurdistanê ye.Herwiha daxwaz ji welatiyên Kurdistanê û hemû alî û hêzên siyasî yên Kurdistanê kir, ku ji bo serxistina referandumê karbikin.
Îro Duşemê 10.07.2017 û bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û kesayetiyên hizbî û hikumî û endam û alîgirê partiya Komonista Kurdistanê û Iraqê li hola şehîd Seid Ebdula merasîma çilrojiya koça dawî ya Sekreterê Berê yê Partiya Komonîst a Iraqê, Ezîz Mihemed bi rêve çû.
Di merasîmê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotarek pêşkêşkir, tê de hevxemiya xwe bo serkirdayetî û alîgirên her du partiya Komonîst a Kurdistan û Iraqê nîşanda û got ku, Ezîz Mihmed kasayetiyekî mezin û navdarê Kurdistanê ye zêdeyî 60 salan xebat kiribû.
Di heman gotara xwe de jî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê kir û da zanîn ku, referandum a ne tenê ya ûpartiyekî ye lewma pêwîste hemû alî ji bo serkevtina wê proseyê kar bikin û dengê belê beşdariyê di proseyê de bikin.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, divê referandum bibe xala li hev komkirinê û yekrêzî û yekîtiyê ne ji hev belavbûna nav mala Kurdistanê, bo wê yekê jî daxwaz ji medyayan kir, ku rolek erênî bibînin û xelkê ji referandumê dilsar û bê hêvî nekin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî