Mesrûr Barzanî:pêwîstiya Iraqê bi stratejiyekê heye daku aştî û aramî tê de peyda bibe
BasNews
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizgarkirina Mûsilê li Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navnetewî û Iraqê pîrozkir.
Îro, Duşemê 10.07.2017 Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Tiwîterê destxweşî û pîrozbahiyên xwe arasteyî Hêzên Pêşmerge û yê Iraqê, herwiha Hêzên Hevpeymaniyê derbarê serkeftina serbazî li Mûsilê kir.
Derbarê dahata Iraqê de jî Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn ku, Iraq pêwîstî bi startejiyekê heye daku, aştî û aramî lê belav bibe.
Duh, Yekşemê 9.07.2017 Hêzên Asayîşa Iraqê kontirolkirina temamiya bajarê Mûsilê ragehand
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî