Barzanî û Biden dicivin
BasNews
Serokê herêma Kurdistanê û cîgirê serokê Amerîkayê li Davosê dicivin.
Li gor zanyariyên BasNewsê îro 17.01.2017ê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden dê civînekê pêkbînin. Çav li rêye di civînê de peyvendiyên di navbera her du aliyan û rewşa şerê dijî terorîstên DAIŞê û çend pirsên din bê gotûbêj kirin.
Ji aliyê şandeya herêma Kurdistanê li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê dîvana serokatiya herêma Kurdistanê Fuad Husên û berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê Felah Mistefa beşdariyê di civînê de dikin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî