August 01, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Barzanî pêşwaziya şandekê ji Rêkxistina Çavdêriya Mafê Mirov kir

Barzanî pêşwaziya şandekê ji Rêkxistina Çavdêriya Mafê Mirov kir

 Çavkanî : BasNews

 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekê ji Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirov li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka kir.

Îro 28 Temûzê,li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekê ji Rêkxistina ÇAvdêriya Mafê Mirov li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka ku, ji Rêveberê Cîbicîkar Kens Rote û Cîgirê Reveberê Rêkxistinê Jo Stork pêkhatibû kir.

Di civînê de, şanda mêhvan behsa tehediyatên ku di encama şerê li dijî terorîstên DAIŞê hatine pêşiya xelkên Kurdistanê, herwiha pêznînên wan li ser dilfirehiya xelkê Kurdistanê û mêhvandariya wan jibo xelkên koçber û penaber hebûn.

Herwiha spasya hewldanên Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser pêkanîna aramiyê û parastina mafê mirov, bitaybet di rewşek tund û necîgir wek ya niha ku jiber şerê terorîstan hatiye holê.

Piştre şanda mêhvan bîr û boçûnên xwe derbarê navçeyên rizgarkirî û şêweyê pêwendî û mameleya Pêşmerge ligel xelkên wan deveran ji Barzanî re behskirin, diyarkirin ku wan ha ji wê yekê hey ku Barzanî bi berdewamî tekeziyê li ser şopandina yasayên mirovî û navdewletî li deverên azadkirî herwiha bangewaziya berdewam jibo xelkê Kurdistanê derbarê lêborîn û pêkvejiyanê û parastina mafê mirov.

Beramberî vê yekê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî destxweşî tîmên çavdêriya mafên mirov kir, herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê jibo hevkarî û hemahingiya li gel rêkxistinê ragehand, herwiha ragehand ku, di dîroka xebata gelê Kurd de ti carî navê Kurdan bi kiryarên terorî nehatiye behskirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi