Barzanî: Jibo parastina mafê hemû pêkhateyên Nînewa, berî azadkirina Mûsilê rêkeftinek pêwîste
Çavkanî : BasNews
Malpera fermaî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye ku, îro 21 Temûzê, li Selaheddîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Pêşxistina Navdewletî ya Fransa André Vallani û şandekî ligel kir ku, ji Alain Guêpratte Konsolê Fransa li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmend û sekreterên Wezîrê Dewletê yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa pêkhatibû.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Fransa kir ku palpişt û hevsozê gelê Kurdistanê bûne û spasî Serok François Hollande jî kir ku di demeke hestiyar û li wê dema ku Kurdistan li şer da bû serdana Herêma Kurdistanê kiriye û eve jî wateyeke xwe ya gelek taybetî heye û gelê Kurdistanê ji bîr nake. Herwiha Serxweşî jî li kesukarên qurbaniyên rûdana terorîstiya bajarê Nice kir û ragihand ew rûdan bi rûnî pîşan dide ku teror dijminê hemû aliyan e û gefe li ser hemû cîhanê.
Serok Barzanî tekezî li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê rêzekî xwe yê taybetî ji bo gelê Fransa heye û bi dostekî xwe yê nêzîk dizanê û destxweşî jî li tîmên serbazî yên Fransa kir ku, di şerê terorê da yarmetiya hêzên Pêşmergeyan daye.
Di dirêjahiya axaftina xwe de ji bilî balkişandina li ser serhildana teror û gefa terorîstan ya li ser Kurdistanê ronahî xiste li ser azadkirina Musilê û tekez li wê yekê kir ku bi navê parastina pêkhateyan û dûbarenebûna karesatan li beranber xelkê navçeyê bi taybetî Kurdên Êzîdî û Kirîstiyana pêwîste peymaneke siyasî li ser çawaniya birêvebirina parêzgeha Nînewa li piştî azadkirina Musilê hebe û Herêma Kurdistanê jî palpiştiya rêyek dike ku bawerî bide pêkhateyên neteweyî û olî.
Her di vê hevdîtinê de Wezîrê Dewletê yê Pêşxistina Navdewletî ya Fransa bi Serok Barzanî ragihand ku helgirê peyamê Serok François Hollande ji bo dûpatkirina dostayetiyê û peywendiya di navbera herdu aliyan û eve jî xisterû ku Fransa piştevanê gelê Kurdistane di şerê lidijî terorîstan de û bi bawerin jî ku gelê Kurdistanê serdikevê û pesnê hewlên miroviyên gelê Kurdistanê yên li yarmetîdana koçber û lêqewimiyan kir û ragihand ku cîhan agahdarî qurbanîdan û azayetiya Pêşmergeye û bi çaveke rêz ve temaşa mirovdostê xelkê Kurdistanê dike.
Her di vê civînê de behsa gefên terorê û çawaniya rûbirûbûna tundrewiyê kirin û herdu alî li ser ewe hevrabûn ku pêwîste şerê fikra terorê û tundrewiyê bê kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku, rola welatên Erebî û Îslamî li şerê hizra terorê girîng û yek alîkere.
Paşaroja Herêma Kurdistanê û peywendiyên li gel Bexda mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî