Hikûmeta herêmê peyamek belav kir
Hikûmeta herêma Kurdistanê peyamek bi helkefta cejna Remezanê belav kir û têda hêvî xwest ku Kurdistan û hemû cîhan ji teror û metirsîyên wê rizgar bibe.
Di peyama xwe da hikûmeta herêmê tevlî rêzgirtinê li jîyanê şehîdên pêşmerge û hêvîya zû başbûnê bo birîndaran, daxwaz kirîye ku ev cejna bibe cejna serkeftina hewlên hikûmetê di derbazkirina qeyrana darayî û çarekirna hemû pirsên herêmê da.
Dîsan hêvî xwestîye ku di cejnên bên da, Kurdistan û hemû cîhan ji teror û metirsîyên wê rizgar bibe û gelê Kurd bi xweşî û aramî bijîn.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî