Li Kurdistanê 2 zarokên ecêb: 1 nîvserî û 1 jî dil û hinavên wî li derê ne!
Çavkanî :Rûdaw
Li navçeya Soran a Başûrê Kurdistanê 2 zarokên cêmik bi netimamî ji dayik bûn, ku yek ji wan tenê nîvê serê wê heye û yê din jî dil û hinavên wê li derveyî bedena wî ne.
Ew her du zarok li Nexweşxaneya Jidayikbûnê ya Soranê hatine dinyayê û pizîşk dibêjin, ku jidayikbûna zarokên wisa pir kêm e, bi taybet zarokê ku nîvê serê wê nîne û çavên wê li kaska çav hatine derê.
Pizîşk didin xuyakirin, ku hidayikbûna zarokên bi vî awayî ji ber bikarbirina şaş a dermanan e
Li gorî zanyariyên Rûdawê, dayikek li Nexweşxaneya Soranê 2 zarokên keç û cêmik tîne dinyayê, ku yek ji zarokan nîvserî ye û herwiha bi qasekî zêde çavên wê zarokê jî li derveyî kaska çavan û cihên xwe yê xwezayî ne.
Dayika wan zarokên cêmik (cêvî) ew cara çaremîn e ku pêgiran (hamîle) dibe û ji destpêka pêgiraniya xwe de gelek êş û derdan dibîne.
Ew zarok bi 7 mahî ji dayik bûn û her du jî keç bûn.
Zaroka ku nîvê serê wê hebû, tenê 2 saetan di jiyanê de ma, lê ewa din tendirustiya wê baş e.
Pizîşkê wan zarokan Dilvîn Sefîn ji Rûdawê re behsa jidayikbûna wan zarokan kir û got: “Min li sonerê dît ku cêmik in û yek ji wan di serî û çavên xwe de netimam. Me şansê ji dayikbûna xwezayî daye dayika zarokan. Her du zarok hatin dinyayê û ewa netimam 2 saetan di jiyanê de ma û ewa din jî tendirustiya wê baş e.”
Li heman nexweşxaneyê zarokek din ji dayik bûye, ku beşek ji hinavên wî li derveyî bendea wî bûn û heta dilê wî jî li derê bû.
Pizîşk Dr. Kawe Omer hewl dabû neştergeriyê bo wî zarokê netimam bike, lê belê berî destpêkirina emelyatê wî zarokî jiyana xwe ji dest da.
Kawe Omer ji Rûdawê re da zanîn: “Ez hatim agahdarkirin ku zarokek ji dayik bûye ku beşek ji hinav û heta dilê wî li derveyî bedenê ne. Zarok kur bû û dayika wî cara sêyem bû ku pêgiran bibû. Min xwast neştergeriyê jê re bikim, lê belê dilê wî zarokî ji lêdanê ket û negihîşt neştergeriyê.”
Derbarê sedemên ji dayikbûna zarokên wisa, Kawer Omer da xuyakirin: “Li gorî lêkolînên me sedema wê yekê zêde bi kar birina dermanan e.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî