April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şerê li Sûdanê bi dijwarî didome û rewşa xelkê xirab e

Şerê li Sûdanê bi dijwarî didome û rewşa xelkê xirab e

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Bilez de derbasî roja xwe ya 33 bûye. Gelek caran di navbera her du aliyan de agirbest hatiye ragihandin, lê ew agirbest her car hatine binpêkirin. Ji ber şerê navbera her du aliyan, 843 hezar kes li hundirê welat koçber bûne, herwiha 250 hezar Sûdanî jî penaber bûne.
Ji ber şerê navxwe, rewşa mirovî jî li Sûdanê pir xirab bûye û gelek kesan pêdiviya wan bi alîkariyên bilez ên wek xwarin û ava paqij heye. Li bendera Port Sûdanê ku dikeve ser Deryaya Sor li rojhilatê Sûdanê, koçberên şerê navxwe yê li wî welatî ketine rêzê bo wergirtina alîkariyên mirovî.

Li gel berdewambûna şerê navxwe yê Sûdanê, hêjmara koçberan û qurbaniyan jî zêdetir dibe.
Koçberek bi navê Îqbal dibêje: “Me ti caran tiştek wiha nedîtiye. Asta tûndûtîjiyê û pevçûnan gelek bilind bûye, gule û parçeyên teqemeniyan li mala me ketin û mûşekek jî li mala cîranê me ket, em gelekî tirsiyan û em neçar bûn mala xwe bicî bihêlin. Av û elektirîka me tunebû, şîrê zarokê me nebû û tutişteke me nebû.”
Şerê 33 rojî yê di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez bûye sedema koçberbûna 843 hezar kesan, her wiha 250 hezar Sûdanî ji neçarî çûne welatên cîran.

Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku bo mexdûrên şerê navxwe yê Sûdanê pêwîstî bi 3 milyar dolar alîkariyên mirovî heye. Nêzîkî 25 Milyon Sûdaniyan pêwîstî bi alîkariyê hene. Ev di demekê de ye ku berî despêkirina şer jî 15 milyon kesan li wî welatî pêwîstiya wan bi alîkariyan hebû.
Tevî ku çendîn caran agirbest li Sûdanê hatiye ragihandin lê nehatiye cîbicîkirin. Şer berdewam e û pevçûnên herî dijwar jî li paytexta welat bajarê Xertûmê diqewimin.

Berpirsê Beşa Herêmî di Rêxistina Xorakê ya Cîhanî de, Michael Denford dibêje: “Xelk ji Xertûmê direve, ji ber xwarin, av û elektirîk tuneye, herwiha ne aramî di asta herî jor de ye. Berî çend rojan ez li navendeke pêşwazîkirina penaberên Sûdanê bûm, li ser sînor min jinek dît nêzîka 5 rojan bi piyan meşiya bû û xwe gihandibû navendê û 21 zarok pêre bûn. Tiştek pêre tunebû û nedizanî siberoja wê çi pê tê.”

Ji 15ê Nîsana îsal ve şerê navxwe yê Sûdanê destpê kiriye, li gorî Komeleya Pizîşkên Sûdanê, heta niha zêdetirî 820 kesan hatine kuştin û zêdetirî 5 hezar kesan jî birîndar bûne.

SA

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi