April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

NY: Dê hejmara miriyan 50 hezar kesan derbas bike

NY: Dê hejmara miriyan 50 hezar kesan derbas bike

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê zêdebûna canjidestdana ji ber erdheja 6ê Sibata 2023ê de hişyariyê dide û dibêje, 50 hezar kes derbas dike.

Roja Şemiyê 11ê Sibata 2023ê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths gehişte bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ku navenda erdheja bi hêza 7.7 pile bû.

Dîplomatê Brîtanî di hevpeyvînekê de ligel medya welatê xwe got: “Bi nerîna min zehmet e bi hurgilî texmîn bikin di demekê de ku divê em xwe bighînin bin kavilan, lê piştrast im ku hejmar dibe du qat an zêdetir.”

Dema Martin Griffiths ev daxuyanî dida, hejmara canjidestdana ji ber erdhejê, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriyê 28 hezar kes bû. Niha hejmar nêzîka 30 hezar kes e.

Martin Griffiths got: “Bi rastî heta niha me dest bi jimartina wan kesan nekiriye ku canê xwe ji dest dane.” Mebesta wî ew bû ku dibe di bin kavilan de miribin, lê heta niha termên wan nehatine derxistin.

Derbarê tîmên lêgerînê de jî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî got: “Di nêzîk de tîmên lêgerîn û rizgarkirinê rê bo saziyên mirovî vedikin, ku karê wan gera bi pey hejmara neasayî ya wan kesan de ye ku zerar gehiştiye wan.”

Neteweyên Yekbûyî dibêje, li seranserê Bakur û Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye û Sûriyê pêdiviya 870 hezar kesan bi alîkariya mirovî ya bilez heye. Hevdem dibêje, zêdeyî 5.3 milyon kes jî ji ber erdhejê derbider bûne.

Roja Şemiyê, Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî ragihand ku zerar gehiştiye nêzîka 26 milyon kesan û daxwaza 42.8 milyon dolaran kir daku pêdiviyên tendirûstî bo mexdûrên erdhejê li navçeyê bên dabînkirin

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi