February 06, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

HezKurd: Pêwîstî bi 200 mamosteyên Kurdî heye

HezKurd: Pêwîstî bi 200 mamosteyên Kurdî heye

  Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ji bo zêdetir mamosteyên zimanê Kurdî li dibistanên fermî werin tayînkirin, li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hev demî daxuyanî da û daxwaza damezrandina 200 mamosteyên Kurdî kir.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê herî berî çend rojan 20 hezar mamosteyên nû bêne wergirtibûn û ji 20 hezar kontenjanan tenê 3 cih bo mamosteyên zimanê Kurdî hatibû diyarkirin. Ev jî li aliyê Kurdan bû sedema nerazîbûnan.

Hereketa Zimanê Kurdî HezKurdê ragihandibû ku ew dê ji bo protestokirina damezirandina 3 mamosteyên zimanê Kurdî tenê, li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê konferansên rojnamevaniyê pêk bînin û di vê çarçoveyê de li Amedê, Van, Riha, Êlih, Bedlîs, Îdir, Şirnex, Enqere, Îzmîr û Stenbolê daxuyanî bi zimanên Kurdî û Tirkî hatin dayîn.

HezKurdê ji bo Rudawê diyar ku ew di wê baweriyê de ne ku 200 mamosteyên Kurdî dikarin vê hewcedariyê bi cih bînin û dibêje: “Bi tayînkirina 200 mamosteyên din dê hêviyên tayînkirina ciwanên me yên ku berê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne çareser bike.”

Daxuyaniya HezKurdê wiha ye:

“Wekî ku hûn jî dizanin, siyaseta giştî ya dewletê û pêkanînên hikûmetên berê li ber zimanê Kurdî astengek cidî çêkiribû. Civak jî hinekî li gorî van qedexe û zextan dimeşiya û zimanê Kurdî hema hema li ber mirinê mabû.

Di dawiyê de ji sala 2012an de ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Netewî ango dewletê biryar hat dayîn ku dersên Kurdî her çend bijartî bibe jî bên dayîn.

Ev ji bo me xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ji ber ku nêrîna dewletê ya li ser Kurdî hinekî nerm bûye û ev rewş li ser civakê bandorên erênî kiriye. Ji ber ku dersên bijarte yên Kurdî tên dayîn, hin berpirsyarî anîne ser milê rayedaran. Şiyana radestkirina van dersan bi awayekî saxlem bê guman girêdayî zelalbûna proseya hilbijartinê, dilpakiya berpirsên vê mijarê û piştre jî destnîşankirina mamosteyên têra xwe ye.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî ragihand ku îsal 20 hezar xwendekarî Kurdî hilbijartiye. Helbet pêwîst e mamostayên bi kalîte û jêhatî bên destnîşankirin û belge bên dabînkirin, lê hatiye ragihandin ku di sala bê ya xwendinê de ji bo zazakî (1) ji bo kurmancî (2) mamosta tên destnîşankirin.

Em hemû dizanin ku ev tayinkirin dê li gorî tercîhan têrê neke û ev dê nikaribe hewcedariyên xwe pêk bîne û ji sembolîkbûnê wêdetir dernekeve. Divê tayinên plankirî ji nû ve bên nirxandin û giheştine asteke ku bikaribe pêdiviyan bi cih bîne.

Em wisa difikirin ku 200 mamosteyên Kurdî dikarin vê hewcedariyê bi cih bînin. Bi tayînkirina 200 mamosteyên din dê hêviyên tayînkirina ciwanên me yên ku berê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne çareser bike.

Em hêvî dikin ku rayedar di vî warî de erka xwe pêk bînin. Kî ji bo zimanê kurdî çi bike, teqez dê bersiveke erênî jê re bê dayin û di nav civakê de cihekî rêzdar bigire. Zarokên me îradeya hînbûna zimanê xwe nîşan dane. Nêzîkatiya pozîtîf a perwerdehiya ziman ku yek ji mafên herî bingehîn e, têgîneke girîng a şaristaniyê ye. Em dixwazin ji bo bikaranîna vî mafî derfetên têrker bên afirandin. Em li bendê ne ku rayedar di qadên ku berpirsyar in de gavên cidîtir bavêjin.”

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi