December 03, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Riwangeha Sûrî: Di 3 rojan de 150 hezar kes ji Efrînê mişext bûne

Riwangeha Sûrî: Di 3 rojan de 150 hezar kes ji Efrînê mişext bûne

K24

Rêkxerê mirovî yê Netewên Yekgirtî Elî Ze’iterî, ji rojnameya The Guardian re ragihand, ku rewşa mirovî ya bajarê Efrînê bi sedema êrîşên Tirkiyê, di astekî gellekî xirab de ye û niha bi hezaran kes ji wî bajarî mişext dibin û xwe li navçeyên di bin destê Hikûmeta Sûryê de digrin.

Herwiha Elî Ze’iterî eşkere kir, ku bi sedema dorpêça hêzên artêşa Tirkiyê, biçûktirîn pêdiviyên mirovî li najar bidest nakeve.

Herwiha wê rojnameyê diyar kir, ku ew mişextên berê xwe dabûn navçeyên di bin desthilata Hikûmeta Sûryê de, tên eşkencedan û niha ew poşman bûne ku mişextî wan navçeyan bûn.

 

Hin mişextên Efrînê li xwe li çol û polan girtine

Li aliyekî din, Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan eşkere kir, ku di nav 3 rojên derbasbûyî de, bêtirî 150 hezar sivîl ji bajarê Efrînê mişext bûne.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi