April 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

Du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin

BasNews– Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebdulxaliq Telet ragihand, ligel pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, du lîwayên hevbeş ên Pêşmerge û Artêşa Iraqê dest bi kar dikin.

Ebdulxaliq Telet ji Kurdistan24ê re eşkere kir, ew valahiya ewlehiyê ku di navbera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û Artêşa Iraqê de heye, metirsîdar e û bûye sedema serîhildana grûp û êrîşên terorîstî.

Herwiha diyar kir: “Li wan deveran DAIŞ êrîşên terorîstî encam dide, hevahengiyeke kêm di navbera Pêşmerge û artêşê de heye, loma em hewl didin yek ji karên hikûmeta nû, aktîvkirina du lîwayên hevbeş û dayîna budce û mûçeyên wan be, da ku li wan navçeyên valahiya ewlehiyê heye, dest bi kar bikin.”

Beriya niha jî Fermandarê Mîhwera Şeş a Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ragihandibû, hewldanên wan ên pêkanîna du lîwayên hevbeş berdewam in, ku armanca vê yekê ji bo rûbirûbûna DAIŞê bihêzkirina hevahengiyê ye.

Herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo nehiştina wê valahiya ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, pêkanîna wan du lîwayan gelek pêwîst e.

00CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi