July 26, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Bingehê Laliş: Kongirên tayî û nivîsîngehên Laliş bi şêweyekî dîmukrasîyane bi rêve di çin.

Serokê Bingehê Laliş: Kongirên tayî û nivîsîngehên Laliş bi şêweyekî dîmukrasîyane bi rêve di çin.

Tora Laliş ya ragehandinê.

 

Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî, Dest bi gêrana kongirên tayî û nivîsîngehên xwe kirîye li deverên Êzidiyan û ev pirose bi şêweyekî dîmukrasîyane û zelal bi rêve di çin.

Se’îd Cirdo, Serokê Bingehê Laliş diyarkir kû pirosa

encamdana kongirên tayî û nivîsîngehên Laliş li hemû deveran ya berdewame û ev pirose bi şêweyekî dîmukrasîyane û zelal bi rêvediçe û kesanên têne helbijartin jî piranîya wan xort û keçên xûn germin û mîkanîzmek ji wan re hatiye dan, Kû ew jî bên li pal kesanên xudan ezmûn û serbor li qada xebat û karê Bingehê Laliş rolê xwe bigêrin.

Serokê Bingehê Laliş diyarkir, Em di wê bawerîyê dane li demekê nêzîkda li seranserî deverên Êzidiyan dawî bi kongirên hemû tayî û nivîsîngehan bên û êdî qonaxeka nû ji karê Bingehê Laliş dest pê bike, Bi hîvîya ew encamên me li pilana xwe ya sitratîjî da diyarkrîn hemû bêne bi destveînan.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi