December 03, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serokê Herêmê pêşwazî li serokerkanê artêşa Iraqê kir

Serokê Herêmê pêşwazî li serokerkanê artêşa Iraqê kir

Çavkanî :Basnews

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li serokerkanê artêşa Iraqê Osman Xanimî kir.

Li gor malpera fermî ya serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatî dayîn waha ye:

Roja çarşemê 19.10.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ferîqê Yekem Osman Xanimî Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir.

Di civînê de behsa qonaxa yekema ya proseya azadkirina Musilê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê hate kirin.

Her li vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û piştrastiyê li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi