August 18, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Tirkiyê di mehekê de 26 jin hatin kuştin

Li Tirkiyê di mehekê de 26 jin hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Di meha Îlona îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 26 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn îro Şemiyê 2ê Cotmeha 2021ê raportek derbarê tundûtûjiya dijî jinan de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir.

Platforma navbirî ragihand ku di meha Îlona borî de 26 jin hatine kuştin û 19 jinên din jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane. Li gor raportê, ji wan 26 jinan, hinceta kuştina 16an nehatiye destnîşankirin. 10 jinên din ji ber daxwaza cudabûnê, lihevnekirin, redkirina zewacê, redkirina peywendî û sedemên wiha hatine kuştin.

Ji wan 26 jinan 14 ji aliyê wan mêran ve hatine kuştin ku bi wan re zewicî ne, 6 jin ji aliyê hevalên xwe yên mêr ve, 2 jin ji aliyê bavên xwe ve, 2 jin ji aliyê kurên xwe ve, yek jin ji aliyê hevjînê xwe yê berê û yek jin jî ji aliyê kes û karên xwe ve hatiye kuştin.

Ji wê hejmarê 18 jin di nav malên xwe de, 2 jin li cihên vala, jinek li ser cadeyê, jinek bi otomobîlê û yek jin jî li hotêlê hatiye kuştin, cihê kuştina 3 jinên din nehatiye destnîşankirin. Bi vê jî di wê mehê de ji sedî 69ê jinan li malên xwe hatine kuştin.

Li gor amarên Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn, di heft mehên destpêkê yên îsal de, 218 jin hatine kuştin, 111 jin bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane. Di sala 2020an de jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 300 jin hatine kuştin û 171 jinên din jî bi awayekî biguman canê xwe ji dest dane.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi