Berpirsekî PDKê: Em naxwazin xwîn birije
Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Lîqa Şingalê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Aştî Koçer got ku ew rijd in vegerin Şingalê û naxwazin xwîn birije.
Berpirsê Lîqa 17 li Şingalê ya PDKê Aştî Koçer îro 2yê Cotmeha 2021ê di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku “PKK bi salan e li devera Şingalê rêgiriyê dike, dema hilbijartin ye mafê her berbijerî ye biîin li herêmên xwe bangeşeyê bikin, lê mixabin rêvebirên PKKê çima heta duh rê bi xayinên 16ê Cotmehê dide, rê li ber PDKê digirin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku PDK xwediyê Şingalê ye û xwediyê Kurdistanê ye.”
Aştî Koçer di beşeke din ya axaftinên xwe de dibêje, “Em partiyeke rastinqîn in û em serî natewînin û di rojên pêş de jî em dê bi serbilindî biçin Şingalê, eger nerazîbûn hebe em guh nadin û em dê biçin Şingalê.”
Bi gotina Aştî Koçer, PKKê li hemberî cîbicîkirina rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya derbarê Şingalê de û dibarê vê yekê de jî got: “PKK li Şingalê li hember serkevtina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bûye asteng ku ew kiryara îro jî yek ji wan xalan bûye. Du roj in em li ser çûna Şingalê dixebitin û gelê me li Şerafedîn amade bû, lê mixabin PKK rêz li serweriya axa Îraqê negirt.”
Berpirsê lîga Şingalê ya PDKê got jî: “Niha PKK bûye xizmetkarê Heşda Şeibî, e naxwazin xwîna ciwan û xwişkên me di destê me de birije.Tişta bi serê xelkê Şingalê de hat bila bes be. Dema PDKê hebû hemû xizmetên wê li Şingalê hebûn, lê PKK nahêle em vegerin Şingalê. Ev heft sal e nehiştine tiştek ji bo Şingalê were kirin. Lê belê di dema pêş de em dê her vegerin Şingalê.”
Aştî Koçer anî ziman “PKKê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê têk da” û wiha pê de çû: “Yên ku me kirine berbijêr, kesên çalak û baş in.”
Ev daxuyaniya Aştî Koçer piştî wê yekê tê ku şervan û alîgirên YBŞê li gundê Guhbel, rê li berbijêrên PDKê û Berpirsê Liqa 17 ya PDK li Mûsilê girtin û rê nedan ku derbasî Şingalê bibin bo bangeşeya hilbijartinê. Rêveberê nahiya Sinunê yê bi wekalet jî dibêje, “Xelkê sivîl rê nedan.”
Biryar bû PDKê îro, merasîmeke bangeşeya hilbijartina parlamentoya Iraqê li Şingalê saz bike û berbijêrên xwe yên herêma Şingalê bide naskirin.
Ji bo beşdariya vê merasîmê beşek ji kadir û berpirsên Liqa 17 a PDKê bi serokatiya Serpereştyarê Bangeşeya PDKê yê li Neynewa Ceifer Îbrahîm ber bi Şingalê ve bi rê ketin, lê li deriyê gundê Guhbel ê li nêzikî Mezargeha Şerfedîn, ji aliyê şervan û alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ve rê li wan hat girtin.
Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand, “Hemû hevahengî di navbera wê şanda PDKê û hêzên Iraqê de hatibû kirin û hêzên Iraqê jî li gel wê şandê bûn. Lê mixabin, hêzên YBŞ, PKKê bi cilûbergên sivîl û serbazî rê li şanda PDKê girtin û hemû xelkê Êzidî dilgiran in bi wê hewl û rêgiriya PKKê.”
Rêveberê nahiya Sinûnê yê bi wekalet Xudêda Çûkê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “Ew ên ku rêgirî kirin xelkê sivîl in.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî