April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kurdên Êzidî daxwaza darizandina tawanbaran dikin

Kurdên Êzidî daxwaza darizandina tawanbaran dikin

Şingal (Rûdaw) Kurdên Êzidî dibêjin, piştî 6 salan ji komkujiyê heya niha ti mafek ji wan re nehatiye dayîn û ti kesê ku destê wan di wê tawanê de hebûye nehatine dadgehîkirin.

Ew dibêjin ku gorên bi kom weke xwe ne û kar li ser wan nehatiye kirin, herwiha ew dibêjin kesûkarên wan di destê DAIŞê de ne lê tiştek bo wan nehatiye kirin.

Kurdên Êzidî dibêjin, ew dixwazin vegerin ser malên xwe lê karê pêwîst bo wan nehatiye kirin ku bikarin vegerin û deverên wan hîn jî xirabe ne û nehatine avedankirin.

Ew dibêjin heta niha jî metirsî li ser jiyana Êzidiyan heye.

Ji zêdetirî 70 gorên bikom ên li Şingalê, 17 gor serê wan hatine vekirin ku 235 rûfat têde bûne. Tê pêşbînîkirin ku rûfatên 1000 kesan di gorên nevekirî de bin.

Welatiyekî Kurdê Êzidî dibêje, piştî şeş salan ne me tiştek ji mafê xwe dît, ne me tiştek dît ku em birînên xwe pê derman bikin, ne me dît kesekî DAIŞê dadgehî bikin û bêjin ew ji ber heqê Êzidiyan e.

Welatiyekî din ê xort dibêje, “piştî şeş salan hêj revandiyên me mane, keç û jin hêj di destê DAIŞê de mane, gorên bi kom her wisa mane, heta ji bo gorên bikom jî tiştek nekirine û heta niha jî fermana li ser me berdewam e.”

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê û gund û bajarokên derdorê û herêmên Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê kir û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin.

Di encama êrîşa ser Şingalê de, bi sedan hezar kes ji Kurdên Êzidî aware û koçber bûn. Ji 550 hezar nifûsa Kurdên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê 360,000 kes li hundnirê Kurdistanê aware ne ku piraniya wan li 14 kampên sînorê Duhokê nîştecih bûne, derdora 100,000 kesan jî koçî derveyî welat kirine û tenê %20ê xelkê vegeriyane Şingalê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi