Bi pişkdarya Bingehê Laliş Korbenda Herêmî ya mafê Kêmîneyan hate gêran
Tora laliş
Bi pişkdarya Bingehê Lalş yê rewşenbîrî û civakî, Korbenda Herêmî ya Efrîqya û Rojhelata Navîn (2021) ser bi Neteweyên Yekgirtî ve yê grêdayî bi maf û dozeyên kêmîneyan hate gêran.
Korbenda Herêmî ya Efrîqya û Rojhelata Navîn ser bi Neteweyên Yekgirtî ve li rojên 15-16/6/2021ê bi şêwê online hate gêran.
Şemo Qasim, weku nûnerê Bingehê Laliş pişkdarî korbendî bû ku çend pêşnyar pêşkêşkirin ew jî grentya mafê kêmîneyan li destûrê Îraqê û Herêma Kurdistanê da jibal hemûyan ve bo xurtkirina xo guncandin û hevgrtina civakî, karkirin bi hemû rêyan bo vegerandina xelkê Şingal yên li nava kempan da dijîn ku sêkterên jiyanê lê nînin bo ser ciî û warê xo ve û dabînkirina tenahî û aramyê li deverê, bicihînana tevaya bendên rêkkeftina Şingal dinavbera Hikumeta Îraqê û Hikumeta Herêma Kurdstanê da bi pişkdarya Neteweyên Yekgirtî , dabînkirina jiyaneka şayste bo kiç û jinên rizgarbûyên êzdî yên ji çewsandinê nalîn ji destê tîrorstên Da’şê daku bikarin xo biguncînin ligel civakî.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî