Çîroka serkeftina jineke Kurd li Almanyayê
Munchen (Rûdaw) – Jina Kurd a bi Vaniessa Rashid ku li gel dayika xwe rêxistineke bi navê Nêrgiz ji bo mafên jinan damezrandiye, niha berbijêra parlamentoya Almanyayê ye li ser lîsta Partiya Kesk û ew hewl dide li Almanyayê di her warî de rê li ber biyaniyan vebe.
Vaniessa Rashid ji mafên jin û koçberan destpê kir û bi xebatên xwe yên di vî warî de li nav raya giştî ya Almanyayê diyar bû.
Vaniessa Rashid ku xelka Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye, berbijêra hejmara yek a Partiya Kesk e li rojhilatê bajarê Munchen ku mezintirîn bazneya hilbijartinan e li tevahiya Herêma Bayernê.
Vaniessa Rashid, Berbijêra Parlamentoya Almanyayê li ser lîsta Partiya Kesk, dibêje, li vê herêmê “xelkê Rûs, Tirk, Hindî, Kurd û Ereb jî hene û gelek têkel e.”
Endameke Parlamentoya Herêma Bayern li Fraksiyona Partiya Kesk jî dibêje, jina Kurd-Alman Vaniessa Rashid dizane pirsgirêk li ku ye û çawa çareser dibe.
Zane Kurtis, Endama Parlamentoya Herêma Bayern li Fraksiyona Partiya Kesk, dibêje, “Vaniessa Rashid, jinek e ku bi rastî dizane çareseriya tiştan bike. Dema cara yekem min ew dît, yekem rûniştina min bû li gel Partiya Kesk, ew ji wan kesan bû ku yekser ji xwe radibû, mase radikêşa û kursî dianîn û digot `pirsgirêk li vir e û divê wiha bê çareserkirin`. Bi baweiya min ew ji wan jinan nîne ku siyaseta kesên tûşbişûyî dike û wê gelek mijarên din jî hene ku bala wê dikêşin, ji derve byavê byanyan. Û pirsgirêkek li ku derê be, ew nas dike û çareseriyê bo dibîne.”
Jina Kurd Vaniessa Rashid ku di nav sîstema Almanyê de mezin bûye, rexneyan li partiyên desthilatê yên li wî welatî digire ku ew biyaniyan tenê ji bo ciwankirina wêneyê xwe di nav raya giştî de bikar tînin.
Vaniessa Rashid, dibêje, “Ez siyasetê nakim ji bo ku kursiyê. Egr mirov bixwaze tiştekî bike divê ji dil be ne ji bo kursî. Peywendiya min li gel hizbên din gelek baş e.”
Başdariya biyaniyan ku li li Almanyayê dijîn di navendên biryarsaz de, di ajandaya wê jina Kurd de ye.
Vaniessa Rashid, diyar dike, “Ez dixwazim li her cihekî sîstem wisa bê guhertin ku biyanî jî bikarin rêya xwe bibînin.”
Li ser destê rastê nexşeya Kurdistana Mezin û li destê çepê sembolên bajarê Munchenê nexşandîne û hêvya wê yekgirtina axa Kurdistanê hemûyê ye.
Vaniessa Rashid, dibêje, “Hêvîdar im ez bi xwe û zarokên min di pêşerojê de bikarin bibînin her çar perçên Kurdistanê bibin yek welat.”
Herwiha Jina Kurd Vaniessa Rashid berdewam tekez dike, di sîngê wê de du dil hene; yek ji bo Kurdistanê û yê din jî bo Almanyayê lê dide.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî