Pêşmergeyên jin ‘Roja Pêşmerge’ pîroz dikin
Rûdaw
26ê Sermawezê ji bo Partiya Demokrata Kurdistana Rojhilat “Roja Pêşmerge” ye. Pêşmergeyên jin ên vê partiyê jî bi coş û xiroş pêşwaziya rojê dikin.
Roja 26ê Sermaweza 1945ê Partiya Demokrata Kurdistanê yekemîn car Alaya Kurdistanê li bajarê Mihabadê bilind kir û di sala 1984ê jî ev roj weke “Roja Pêşmerge” hate destnîşan kirin.
Di 32emîn salvegera Roja Pêşmerge de, hinek pêşmergeyên jin yekemîn car e vê boneyê di nav PDK Rojhilat de pîroz dikin. Feraney Kenanî yek ji wan pêşmergeyan e ku ji herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ye û dibêje; “Ji bo min rojekê xweş e. Ev roj roja pişeya min e ku min niha ev çek hilgirtiye, dixwazim heta dilopa dawî ya xwîna xwe, ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd têbikuşim.”
Îsal hejmareke zêde yê keçan berê xwe dane çiyayan. Dilaram yek ji wan kesan e, ku ligel xwîşka xwe Rojhilat bicîh hiştiye û derketiye çiyayan.
Dilaram Ercûmendî dibêje, “Dewleta Îranê mafên me desteser kiriye û di bin destê wan de em weke girtîyan in. Ji ber vê min û xwîşka xwe biryar da bibin pêşmerge da ku mafên xwe bidest bixin.”
Pêşmergeyên jin jî li çiya ligel pêşmergeyên zilam heman erkan bicît tînin.
Seher Ercûmendî dibêje; “Raste ji aliyê fizîk û laş ve zilam bi hêz in lê em li vir hatine perwerdekirin ku ev cudahî nemîne. Heman erkê pêşmergeyên zilam pêk tînin. Eger îrade û moral hebe, jin dikarin hemû aliyên jiyanê de kar bikin.”
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî