Raporta televîzyona Al Arabia li ser pêşmergeyên jin
Televîzyona erebî ya “Al Arabia” raportek berfireh li ser pêşmergeyên jin ên ku tevlî şerê Mûsilên bûne, belav kir.
Televîzyona Al Arabia derbasî eniya şer bû û raportek li ser pêşmergeyên jin belav kir.
Di raportê de, ku ji aliyê peyamnêra wê televîzyonê Rola Xetîb ve hatiye amadekirin, fermandeya pêşmergeyên jin Çîmen Hacî di destpêka raportê de peyamnêra televîzyonê fêrî bikaranîna tifingê dike.
Pêşmergeyên jin ên ku di raportê de tên dîtin, xelkê Kurdistana Rojava ne û dema ku li Sûriyê bûne têkilî bi Pêşmerge re danîne.
Yek ji wan pêşmergeyan dibêje, ez ji vê xebatê hez dikim û dixwazim li eniya şer û li kêleka hevalên xwe şer bikim. Ez naxwazim ferq û cudahî di navbera mêr û jin de hebe, ez dixwazim welat, şeref û xaka xwe biparêzim.
Pêşmergeya bi navê Eyşan, ku berê şampiyona halterê li Sûriyê bûye her wiha spora boksê jî kiriye, diyar dike ku malbata wê jî mîna gelek malbatên din ji ber zilma rêjîma Sûriyê û givaşên PKKê reviyane Kurdistana Başûr.
Di beşeke din a raporta Al Arabia de hatiye gotin ku hinek ji wan pêşmergeyên jin ên ku li eniya pêş a şer in, dayîk in. Pêşmergeyeka jin ji peyamnêra televîzyonê re dibêje, zarokekî min 5 salî heye. Ez ji canê xwe natirsim lê ez ji jiyana zaroka xwe ditirsim.
Yek ji wan pêşmergeyan jî tîne ziman ku ducanî ye û dibêje, zaroka min 5 mehî ye lê ez qet ji bicîhanîna erkên xwe paşde namînim. Ezê hefteyekî din derbasî meha şeşem bibim ji ber wê jî mohleta yeksalî bistînim.
Temenê wan pêşmergeyên jin di navbera 18 heta 40 salan de ye. Malbatên wan piştgiriya wan dikin û di warê serbazî de jî ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve tên piştgirîkirin.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî