Şaciwana nû ya Amerîkayê
Çavkanî :Rudaw
Li bajarê Atlantic a Amerîkayê di pêşbirka şaciwaniyê de xwendekara zanîngehê Savvy Shields weke “Şaciwana Amerîkayê” hate hilbijartin.
Xeyala herî mezin a şaciwana 21 salî ew e ku beşdarî koma dansê ya stranbêjê navdar Beyonce bibe.
Savvy Shields xwendekara Zanîngeha Arkansasê ye. Şaciwana nû di dema pêşbirkê de bi dansa xwe bala hemû kesan kişand.
Shiels bi vê serkeftina xwe xelata 100 hezar dolar pere û 50 hezar dolar jî bursa xwendinê bidest xist.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî