May 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Em (Sykes-Pîcot) Şermezar dikin û Referandûma Serxwebûnê Pîroz dikin

Em (Sykes-Pîcot) Şermezar dikin û Referandûma Serxwebûnê Pîroz dikin

Konê Reş

Stranek pesin ji hikûmeta Kurdistana Federal re ku bi partiyên siyasî re li hev kiriye û biryar dane ku ‘Referandûma Serxwebûna Kurdistanê’ were beyan kirin. Bêguman piştî referandûmê, serxwebûn e… Ew serxwebûn ser xêrê be, pîroz û bimbarek be.

Silav û stranek pesin ji xortên xwepêşandana protestokirin û şermezarkirina Sykes-Pîcot re li bajarê Kolnê… Stranek evînê ji serxwebûnê re.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e.. Kurdistana ku me ji şînê diparêze, geşbîniyê di hinavê me de diçîne..

Û hezar nefret li Sykes-Pîcot bibare.. Eva ku ji 100 salî ve bav û bapîrên me eş û jana wê kişandine.. Erê, va piştî 100 salî ji êş û jana wê, emê bibin dewlet.. Êdî nema xewin Ehmedê Xanî, bavê netewa Kurdî ji me re xeyal e:

Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de

Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek

Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet

Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..

Pîroz be, va îro em bi hêz û vîna kurdperweran geşbînin û ji referandoma serxwebûnê re dilîlînin. Ev referandoma ku piştî 100 salî ji Sykes-Pîcot bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û dewletbûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..

Pîroz be Kurdistaniyên hêja! Va careke din gotina Mîr Bedirxan (1802-1868) di warê pratik de li ser xaka Kurdistanê dibin rastî: Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in… Û Misilman, Xiristyan û Êzdî tev bi hev re li Kurdistana azad bi şahî dijîn..

Pîroz be, va hawar û qîrîna Mîr Miqdad Bedirxan jî, bûye rastî:

Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te’ala paş niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me’arîfeta bikim, li kûderê mirov die’lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim.

Mijde bo we va Sykes-Pîcot hilweşya, bi dawî hat û daxwazên Hacî Qadirê Koyî, bi cî hatin:

Ta rêk nekewin qebîlî ekrad

Her wa dibine xerabe abad!

Enwa’î mîlel le gewre ta çûk

Xemilîwe memalîkî wekû bûk

Yek berg in û yek zuban û yek reng

Bê xeybet û xeyb û ‘ar û bê deng..

Ew serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest êdî ne xewn e:

Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,

Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.

Serxwebûn doza me ye, lê Pêşveçûn bo me divê.

Herne pêş, herne pêş, herne pêş..

Stranek pesin ji referandoma serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdî re.. Nefret li Sykes-Pîcot bibare..

Kurdino werin! Werin em dengê xwe bidin dewletbûna Kurdistanê û vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernedin.. Bela (Sykes-Pîcot)’yek din li talanê me nexîne û em li van rojên dîrokî poşman nebin.

Konê Reş

Qamişlo, 14.05.2016

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi