Stranek Xurfanî ji bo Şingalê
Konê Reş
Hêêêêêê
Ha wer wer, ha wer wer..
Ha wer wer, ha wer wer..
Ha wer wer Şingalê!
Sorkuliîlka hinarê
Îro Şingal rizgare
Ala bi rok li dar e
Pêşmergeyên qehreman
Diparêzin bi rih û can
Ha wer wer, ha wer wer…
Hêêêêêê
Ha wer wer, ha wer wer…
Ha wer were Şingalê!
Bi şeng û peng û alê
Şingala Kurdên resen
Rizgarbûye vê salê
Bigerîne dîlanê
Li qad û hol û malê
Xewna bav û kalan bû
Va îro hat fesalê
Ha wer wer, ha wer wer..
Hêêêêêê..
Ha wer wer Barzanî!
Serokê Kurdistanî
Ha wer wer pêşmerge
Xweş parêzerên derge
Ha wer were Kurdistan
Welatê bav û kalan
Bijî bijî Kurdistan
Bijî Mesûdê Barzan.
Ha wer wer, ha wer wer..
Konê Reş
Qamişlo 12.11.2015
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
