Spas ku parêzvanên netewiya Kurdistanê dikaribûn hinek ji reșa li ser û destên Êzdiyan rakin
Șikir ji Xwedê û Tawisî Melek ra, ku ewan hinek mirazên ruhaniyên Êzdiyan, yên ku her roj û di duhayên xwe de dibêjin
“ Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila(*1)
Kerema her heft meleka ,
Kerema berê reş li kabe yê
Tu me û sinetxanê xelaskî ji qeda û bela yê
Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn, îman û dewlete.(*2) »anîne cîh ,
herweha hêzên parêzvanên netewiya Kurdistanê jî dikaribûn di 12.11.2015 de, bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û alîkariya hêzên hevpeymanan beșek ji wê reșa li ser û destên „mîr, rûhanî, șêx, pîr, rewșenbîr, vekolîner, akadamîkar, șêwirmend, qahreman, fermandar, parlementer, huqûqzane, mamoste, rêvebir û berpirsyarên hemû sazî, mal û komelên civaka me Êzdiyan(*3) rakin!
Ez weke kesekî Êzdî gelek spasiya serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî dikim, ewî ew
sozê ku di 3.Tebaxa 2014 de dabû me Êzdiyan û gotibû « emê Şingalê vegerênin hembêza Kurdistanê » bi operasyona azadkirina Şingalê(12.11.15)ra anî cîh û niha dîsa dibêje : « Êzdî beşekî gelê Kurd yên resenin, ewan heya îro ziman, çand, orf û arafetên me yên kevnar parastine. « Êdî, “ bila her takekî Êzdî bê minet serê xwe bilind bike û her keçeke Êzdî jî bila bi dengek bilind ban bike û bêje: Ez nîşana şeref û berxwedanê me.”(*4).
Herweha ez hemû parêzvan, fermandar, pêşmergeyên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hêzên hevpeymanan û tevaya kesên ku piştgirî dane rizgarkirina Şingalê bi hestên welatperwerî, ji dil û can pîroz dikim. Serxweșiya xwe pêşkeşî hemû kesên malbat, dost, heval û pismamên cangoriyên Kurdistanê dikim û ji Xwedê û Tawisî Melek lavan dikim, ku birînên șervan, fermandar û peşmergeyên birîndar jî zûtir baș bivin
Bila ev berxwedan û niștimanperweriya ku Şengal azadkiriye ji bo me Kurdan pîroz be !
Hêvîdar im ev netewîperestiya Kurdan bikaribe wan birînên me yên ku hîna nehatine kewandin jî zûtir dermanbiken!
Ew bikaribin bingeha așîtî, ewlekarî, aramî û ji nûve jiyankirina li Șengalê pêkbînin û « Em bikaribin bihevûdinê ra ji wê nêrîna ku min gotibû “em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne -ra xwedî derkevin û cardinê nehêlin tu hêz me Êzdiyan ji bo armancên hêz anjî rêxistinên xwe û “yekîtiya netewî “ nekine qurban!(*5) «
Ew bikaribin șașîtî û Ewlekarî, aramî û ji nûve jiyankirina li Șengalê pêkbîne û Xwedê bike, êdî ev alaya Kurdistanê li ser avahiya Sîloya Şingalê(*4 û 6) qet neyê ye xwarê !
Ez dixwazim hestên xwe bi vê sebeqa 34a « Qewlê afirandina dinya yê » ku dibêje :
„Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî (berdewama temamî di *7 de ye )„ bi dawîbikim !
Kemal Tolan,
Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdiyatiyê 14.11.15
*Çavkanî:
1 „Pedşê min cebar e ku
Ji durê erfan dibûn çar e
Axe, ave, baye û agir e „ Kemal Tolan- Pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê http://www.bahzani.net/kurdi/show.php?aid=383
2 Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê –rûp.:67-68
5 Kemal Tolan, Xembarî û sedemên fermanê Êzdiyan yê heftêûçaran
http://xendan.org/kurdi/drejaWtar.aspx?NusarID=39&Jmara=66
6 Kemal Tolan- DÌ ÊZDÌYATÌYÊ DE RENGÊN LÌ SER ALA KURDÎ Û NÛRA ROJÊ PÎROZÌN !
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/rengen-li-ser-ala-kurdi.html
7 Kemal Tolan, Nasandina Kevneșopên Êzdiyatiyê –rûp.:.15-21
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
