July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Elyas Nemo Xetarî: Ji kar û serhatiyên berê‌

Ji kar û serhatiyên berê‌
Elyas Nemo Xetarî

li dema berê gelek kar di hatine kirin ku jin û zilam bê cûdahî caran kar bi hevre di kirin û bo demê çendîn seatan li ber rojê kar di kirin bê westiyan ji bo peydakirina qutê jin û jîara xwe li vir emê behis li hindek karan bikin ew ji evin:
-Melkê‌ pala serkêşê‌ dirûnê‌
Li demê‌ dirûnê‌ zelama dê‌ xo kirbane rêz bi rêz û palê‌ here zîrek dê‌ li serê‌ rêzê‌ ba û dê‌ tixûb bo wan danaban, gelek caran dirûn li ber sitranên xoş û palder dihate kirin û heke palekê‌ deng xoş û stranbêj heba dê‌ qîrkirba stranekê‌ û pala bi awaz digel hevdû kardkirin.
-Dêran:
Dêran anku safîkirina tovî ji qirşî piştî ji cêncerê‌ xlas dibûn dê‌ bi karê‌ dêranê‌ raban eujî li hîviya xudê‌ û hatina bay diman her wextê‌ bay hatiba dê‌ dêran kirban û demê‌ bay di seknî dêran jî diseknî, li hêre milhêba darî amîreke ji dariy destkekê‌ dirêje û ji heft guhên darî pêk têt bo helhavêjtina berhemî li ber bay li demê‌ dêranê‌ dihate bikarînan û nokejî dête bikarînan, û herwesa tov diçte milekê‌ û kay diçte milê‌ dî.
-Solbend:
Kesek bi karê‌ çêkirina solan radbû û sol çêdikirin û dikirne pê‌ anku lingê‌ keran û mehînan û hespan û demê‌ kevin dibû dîsan jêvedikirin û sima wan baş paqijdikirin û paşî êke nû bo wan pêvedkirin.
-Hêtûn û qelandna gêçê‌:
Hêtûn ciyekê‌ taybet bû û jibo qelandina gêçê‌ ji heryê‌ û li binan û beran dihate çêkrn, gêç dihate rakirin, lê‌ berê‌ ya xav bû divîya bête qelandin, lewma hêtûn tijî gêç dikirin û berek li serî datinan û agrê‌ kayê‌ li binda hildkirin, ev kare bi şevê‌ bû jiber germîya agrî, hindek kesên şareza hebûn divî biwarîda, her wextê‌ ew berê‌ li ser hêtûnê‌ danay baş hatba qelandin ew dibû nîşana qelandina gêçê‌ û paşî dihêlan heta sardibû û paşî dînane der û bo avakirinê‌ dihate bikarînan.
-Şivanî û gavanî:
Piştî çandinê‌ û dirûnê‌ şivanî û gavanî dinav civakê‌ meda karekê‌ here mezin bû, ji berku mal nebû pez yan çêl neban, divîya hemû xelkî heban jibo şîr û mastî û goştî lewma şivanî û gavanî karê‌ mezin yê‌ zelamên berê‌ bûn, helbet evan karên henê‌ şarezayî bora diviya û her gavan yan şivanekê‌ bi salane ev kare kirba dê‌ bora zanîn û şarezayî peydaba jiberku gelek pez û çêl windadibûn yan dikeftine di dol û newala da pê‌ û lingêt wan dişkestin, yan demê‌ dizan dikeftin û aciz dibûn anku divya şivan û gavanan zanîba bikarê‌ hekîmyê‌ rabin û harîkarya pez û çêlên xo kirban û ji her tengavyekê‌ rizgarbiken.

-Dapîrkî:
Çû caran naête jibîrkirin dayka pîr jiberku zorbeya xelkê‌ me li mal jidayk bûne demê‌ dapîrek jineka mezin ba û bi karê‌ zarokbûnê‌ ya şareza bû, li demê‌ jin dikefte ber zarokbûnê‌ dê‌ bang lê kiriban û di gotinê‌ dapîrk bo mawê‌ heft rojan dapîrkê‌ seredana wê‌ jinê‌ dikir û digel wê‌ û zarokê‌ wê‌ ya harîkarbû.
-Teşî û teşî rês:
Teşî û hirî rêsî yan rêsandin yan veçirandin yan vehunan, bi destên nazk û ciwan hirya pezî dihate şûştin û veçrandin û amadekirin eujî jibo rîsandinê‌, teşî ji darî çêdikirin amîrê‌ rêsandina hiryê‌ bû û afretan(jinan) berdewam teşî dirêst heta pîrejin dibûn jibo çêkirina dezîk û benk bo çêkirina cil û bergan û pêtviyên din, her dîsan kar bi rişê‌ û rêsandina teng û mehfûr û textî û poste û çêkirina werîsa bo kar û xlmetên wî serdemî diberdewam bûn, dirûtina bi destî ji karên here fer yên afretan bû, dirustkirina cilubergan û şerwal û cilkên malê‌ wekî kiras û demîre û kevîk û komk û reşk û hwd… eve hindek jikarên serdemên berê‌ bûn.

 

CH

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi