Eskerȇ Boyȋk :Ȇzdȋno, wa hûnȇ herine ku?
Dema kereseteke mezin di jiyana evda da dest dide, ew erdhej be, yanê lêyî û tofana mezin, sala xelayê û nexweșiyan be, yan bûyareke xezayê ya ne normal, komkujî be yan herbeke xûnrêj, peyra evd difikirin çi bikin, guhestina çawa di nav jiyana xweda pêk bînin, hazirîke çawa ji xwera bibînin ku ew xezeb carke din newekile û zulmeke wusaye mezin, malwȇran neyne serê wan.
Em dibȇjin 73 ferman ser me: Ȇzdiyan ra derbas bȗne, lȇ em hȇ jȋ naxwezin vegerin wan keresetȇ pij xwe binhȇrin, menȋ ȗ sebebȇ wan komkujiya analȋzkin ȗ ji bo pȇşȋrojȇ bifikirin.
Ji pey komkujiya Șengalȇ û komkujiyȇn biҫûk û mezine berȋ wȇ, Ȇzdiyan ҫi kir? Berȇ-berȇ da meznȇ me gotine, „eger malda malxȇ nȋne, kevirekȋ daynin dewsȇ u șȇwra xwe jȇ bikin“.
Gerekȇ em bi ȇș xumukur bȇn, ku malxȇ mala Ȇzdiyan, berȋ wȇ Keresetȇ tune bûne û niha jȋ tune ne.
Kereseta Șemgalȇ temamiya neheqiya dewr û zemana, ya ȋslamȇ anȋbû serȇ Ȇzdiyan, wek belgefȋlmekȇ zelal derxist li ber ҫavȇ cihanȇ. Êzdî wek civak hatin naskirin. Berbirbûna mirovayȇ berbi Ȇzdiyan hate guhestin, heta di nav hinek dewlet û fikirdarȇn Ȋslamȇ da jî alȋgirȇ Ȇzdiyan ҫȇ bûn… bi ҫavȇ dostanyȇ vȇ civaka di nav dewranada șikestȋ, pelҫiqȋ û ji heja dewrana șûndamayȋ nihȇrȋn. Bûne dostȇ Ȇzdiyan…
Pașȇ?
Pașȇ me Ȇzdiyan ҫi kir?
Heft sal ji pey wȇ zulmȇ ra derbaz bûne Ȇzdȋ ҫi dikin?
Ȇzdȋ bûne mala ҫil malxȇ…
Her malxȇk peyayȇ partiyakȇ, dewletekȇ, hȇzeke xȇrnexaz e. Kes naxweze birînê Ȇzdiyan derman bikin. Her yek dixweze civaka Ȇzdiyaye feqȋr ji bo berjewandiyȇ xwe kȇr bȋne û kȇr tȋnin…
Ȇzdȋ jȋ ji bo kara wan, ҫiqas karin neyara ji xwera ҫȇ dikin…
Eskerȇ Boyȋk
Nivȋskar
18.08.2021
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî
