November 21, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Haluk Öztürk :GEŞTNAMEYEK 

Haluk Öztürk :GEŞTNAMEYEK 
Dixwazim geştnameyeke kurt ji gera min ya vê havînê ya erdnîgariya herêma Serhedê û dîroka herêmê bi hevalan re parve bikim. Hêvîdar im ji bo hevalan têda balkêşîyek hebe. BEŞ I :
Par ji ber pandemiyê ez neçûm welat, lê min pêşda, ango pêrar xistibû hişê xwe ez careke din herim Gelîyê Zîla bibînim û ji nêzîk ve hûrgilî li ser dîroka wê ya nêzîk agadar bibim. Dîroka nêzîk dibêjim lê ya 95 sal berê…
Hevalê min, Fehmî Atmaca, serokê Komela Evdalê Zeynikê (wek komele ya yekemîn e ku bi navê xwe yê kurdî ketiye resmiyetê, wek weqif jî, weqfa Kurda ya ewil KURD-KAV e ku bi navê xwe yê kurdî bi fermî hatiye qeydkirin…) got tu were, avûkat kek Şefîk heye li Erdîşê, ew ji dîrokê hez dike, zana ye, em bi hevra herin û bigerin. Em çûn. Bi rastî merivekî zana, dîrokhez, bi naskirina wî gelek dilşad bûm. Pir kêfxweş bûm. Behsa felaketa Geliyê Zîla ji me ra kir. Gund û gund, bûyerên qewimî rava kir… Car caran çavê me şêlû kir, carcaran agadariyên li ser çiya û newalan bi me ra parvekir. Behsa kelayên Ûrartuyan kir û ciyên wan nîşanî me da. Digot ûrartû pêşiyên fila ne. Min got lê bilî ermeniyan kes nabêje ku Ûrartû bav û kalên wan in, yên me ne! Ku min hinekî behsa dîroka berî Îsa pêxember kir, şa bû, bawer dikim ew ezber dane alîkî…
Di vî weneyî da kek Şefîk noqteya navendî, ango ciyê ku sê newalên mezin, ya Hecîdêriya, ya Hesen Evdalê û ya Bekiriyan nişan da. Ji sê şaxên geliyê Zîla av diherikin û li vê navendê barajekê golek çêkirîye. Gundê ku li paşxanê vî wêneyî xuya dike Çaxirbeg e… êrişa kurdan cara pêşin li ser qereqola vî gundî dibe… Dewleta tirk ser vê yekê dest bi qetliama Gelîyê Zîla dike. Bi xûnxarî, zulm û hovîtîyeke mezin…
Madem dor hatiye ez behsa Kek Şefîq û paşxana malbata wî bikim:
De kilameke dîrokî heye bi navê ”Eliyê Pûrto”, dengbêj Şakro xweş dibêje. Di wê da behsa ”Pirmûs” dike, yê ku xwediyê şûrekî giranbiha ye û li ser şûrê wî ”qesasê 24 mêrê musliman nivîsandiye” dike. Avûkat Şefîq ji malbata wî mêrxasî ye. Fehmî pirs kir hûn eslê xwe da file ne? Got na em kurd in. Pirmis yan Pîr+mûs? Got Pîrmûs. Ê nexwe hûn ne file ne, pêşiyên we jî wek yên me êzdî ne, em jî Pîrebadî ne, pîrên Sipîkan. Me hersêka li ser vê bi hev kir…

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi