May 17, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dr. Eskerȇ Boyȋk : NEMA VEKIRÎ

NEMA VEKIRÎ
ji bo Serokkomarê dewleta Îraqe birêz Berhem Salih û
Serokwezȋrȇ dewleta Ȋraqê Mistefa Kazimȋ
Van roja, ji medya civakȋ ez pȇ hesyam ku dadgeha Mûsilȇ, di heqê ҫar xortȇ Ȇzdȋ, yên ji Șengalê da biryara ȋdamȇ, ango bidarvekirinȇ daye û benda erȇkirina Serokkomar in.
Evȇ biryarȇ metirsȋn û nerehetȋ di nava civaka Ȇzdiyan da pȇșda aniye.
Neheqîke bȇ wȋjdan, ji morala mirovatȋyȇ dûr vê civaka zêrandî tȇ kirin. Ji pey xezeba 3.8.2014 ku Ȇzdiyȇn Șengalȇ li nav ra derbas bûn, eva heft sale dewleta Ȋraqȇ tȇ bȇjȋ qestȋ henekȇ xwe wê êșa vȇ civakȇ dike. Vȇ carȇ jȋ dewsa hȇzȇn têrorîst (DAÎȘa Îslamȋ û alȋgir-talanciyȇn cinarȇn ȇzdiyan) bȇn cezakirin Ȇzdiya ceza dikin.
Ev ҫi edelet, ҫi qewl û qanûn in.
Ji wȇ xezeba hate serȇ Ȇzdiyȇn Șengalȇ, ȇdȋ 7 sal derbas bûne, ҫawa em zanin, heta niha tu dadgeheke dewleta Ȋraqȇ û tu dewleteke heremȇ biryarke sert, ez ȇdȋ nabȇjim ya ȋdamȇ heqȇ tu serok û alȋgirȇ DAȊȘê da dabe.
Berovajȋ bi hezara tȇrorȋst û kujarȇn Ȇzdiyan di bin perȇ eșȋrên musulmanaye gewre, partîya û sȋyasetmedarȇn deshilatdar da bȇ tirs ji xwera azad digerin û gelek mizgevta da oldarȇn radȋkal piropaganda kirinȇn DAȊȘȇ û kokbirya Ȇzdiyan dikin.
Ji bo Șengal jȋ pareke dewleta Ȋraqȇ ye, ez wek nivȋskarekȋ Ȇzdȋ, mecbûr im bi gazin berbirȋ we bibim.
Demȇ da Dewleta Ȋraqê borcdar bû Șengal û gelȇ wȇ, wek pareke walatê xwe biparasta.
Lȇ tiștek nekir, berovajȋ sȋlihȇ xwe yȇ vȇ dewrȇ ye here kujer, bajarȇ Mûsilȇ da bȇ pirsgiȇk, bȇ astengȋ tesmȋlȋ hȇzȇn DAȊȘa tȇrorȋst kir.
Ҫi zulm hate serȇ Ȇzdȋyên Șengalȇ we bi xwe jȋ dȋt.
Heft sal derbaz bûne hukumdarya welȇt tu hewldanek nekirye tu pirsgirȇkeke Ȇzdiyȇn Șengalȇ ҫareser bike, wȇ civaka birindar xweyȋ derkeve, ȇdȋ ez nabȇjim dewa wȇ di asta navnetewȋ da biparȇze.
Sal derbas dibin, navbera herd deshilatdaryȇ Welȇt da (Bexda û Hewlêr) Ezdȋ bûne lȋstoka sȋyasȋ û herd alȋ jȋ bo kara xwe pȇ dilȋzin.
Dem derbaz dibe nahȇlin pirsgirȇk bi cûrekȋ ҫareser bibe.
Nahȇlin civak bi xwe jȋ probilȇmȇn xwe xweyȋ derkeve.
Ez we dipirsim halȇ Ȇzdiya wȇ wa berbi ku here?
Femdariye her dewlet qewl û qirarȇ wan yȇ qanûnȋ hene û bi rȇya sazyȇn xwe ji bo bȇqezyabûna xelkȇ xwe kȇr tȋnin. Lȇ berȋ mȋaserkirina wan qanûnan yasaya wan da nivȋsar e gerekȇ ew qewl û qirar ji bo her evdekȋ, her civakeke welȇt weke hev, yek bin, cudatȋ nȋ be.
Dibȇjin eșȋra ereba ya ziyan kișandye, gelekȋ xurt e û dadgeh nikare xwestina wan ji bo hinek Ȇzdiyan neke…
Kuștin di bawarya ȇzdiyan da herame û tȇgihȋștina ȇzdiyan ya xwedȇnasiyȇ da kuștin sûcȇ mezin e. Ji bo wȇ jȋ heta niha, bi menya tolhildanȇ tu mȋnakeke wa ya tȇrorȋstiyȇ ji aliyȇ Ȇzdiya va nehatye kirin.
Bo wê jȋ bawarȋ ji biryara dadgeha Mûsilȇ nȋne.
Ez nivȋskar im, perewede û jȋyana mine welatȇ Sovȇtȇ, di nav edeleta dȇmokirat da derbaz bûye, niha li Ewropayê dijȋm. Ez wusa jȋ rind haj dȋroka Ȋraqȇ heme.
Șexs bi emelȇ xwe dîrokȇ diefirȋnin. Hinek bi bașȋ, hinek bi xirabȋ.
Zanim hûn herd jȋ vȇ pașwextyȇ derbazȋ ser kursyȇ hukumdaryȇ bûne, bo Ȋreqeke dȇmokratȋk, pȇșketȋ û fȇdȇral tȇkoșȋnȇ didin, dicedȋnin rȇke xêr evdê welȇt ra vekin.
Bawarim pirsgirȇka Ȇzdiya da jȋ hûnȇ mirovhiz û hûmanȋst bin, vȇ probilȇ ra jȋ rȇke rast bibȋnin.
Dr. Eskerȇ Boyȋk
Nivȋskar

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi