September 01, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şêx Şamo: li P.Kurdistanê basê Jina Êzidî kir

 

Berêz Şêx Şamo Endamê perlemantoya Kurdistanê di rûniştina asayî ya Perlemantoyê basê rewşa Jinên Êzidî kir u bal kişande li jîn u jîyara wan ya perîşan u tawanên di derheqa wan de hatîn kirin basê lê kir eva li xwar naveroka axiftina Şêxe ..

————————————–

Naveroka beşdarbûna Şêx Şamo li rûniştina perlemanê Kurdistanê ya Taybet li ser rewşa Jinên Êzidî li Şingal u tund u tîjîya dijî Afretan bi giştî li roja 03.12.2014 li Hewlêr .

1- Dest xweşiyê li Lijna Afretan dikim li ser raporta wan u hîvîdarim raspardeyên wan ne tenê li ser kaxezê bin, belku biryar ji perlemanê Kurdistanê derkevin ji bo xizmeta Jina Êzidî ya zordarî lê hatî kirin ku evro di jîyaneka perîşande dijîn .

2- Hevalên lijnê sopasîya hinek rêkxiraw u fermangehê peywendîdar bi Keysê jina Êzidî li ser astê Duhok kirin , ferbû hevalên lijnê sopasîya Bingehê Laliş jî kirbane wek dezgeyek peywendîdar bi vî babetî ku mezindtirîn u gelek asan karî bo karê kijnê kirîne çi min wek kes u çi wek Bingehê Laliş .

3- Ez dibînim drêsê raporta lijnê kêmasî heye , divîya bêjin ( Keysê Aferta Êzidî li Şingal ) ne (Keysê Afreta Şingal ) ji berku tenê Jina Êzidî hatîye Jînosaîd kirin .

4- Berî heyamekê ye keçeka Kurd bi navê ( Hinar Maruf ) wek serperişta sitafê Unsco / leqê Kurdistan u çalakvana mafê mafê mirov beşdarî kongirê Nîvdewletî bû li welatê Erlenda , mixabin Hinarê bi şêwazek seyîr gazîya xwe gehande kongire bo piştevanî kirnê ji bo qortalkirna keçên Êzidî yên ji destê Dahiş azad bûyî , bi behaneya wê yekê ku Kurdên Êzidî van keçan qebûlnakin !! ev yek di wextî da bû cihê dilgiranîya her Êzidîyakî u dezge u kesatî u çalakvanên Êzidîyan ev raftare riswa u şermezar kirin ji ber ku binyat bo gotina wê nebûn u xelkê me van Jin u Keça bi şêwazek şaristanî pêşwazî dikin, heçiku ji nû hatîn ser Dinya yê , dîyar bû Hinarê divîya bazirganiyê biket li ser hisaba Sumeta Êzidîyan .

5- Li pê pêzanîna u li ragihandinê tê gotin xêzaneka Teroristê tundrew Abo Bekir Al Bexdadî di gel Kurekî wî li welatê Libnanê u hatîne deste ser kirin , lewma daxwazê ji perlemanê Kurdistanê dikim bi hemî hêza xwe di gel Hikumeta Harêma Kurdistanê herne ser xetê u bizava wergirtina xêzana navbirî bikin. Ji berku bin dest kirna xêzana serwerê Êkê yê vê rêkxirawa teroristî ( Dahiş ) ji rûyê Derûnî u saykolojî ve tenayê u tolvekirnê li cem wî xelkê me yê Jînosaîd kirî peyda diket .

6- Rêzdarên perlemantar gelek baş basê derd u daxwazî u derdeseriyê Kurdên Êzidî kirin, sopasdarim u piştevanîya dîtin u boçonê wanim u hevdem digel van dan u sitandina pêwêste rewşa wî xelkê me yê li sere Çîay yê Çingalê asê mayî bêxime ber destê u cavê rêzdarên serokatîya perleman u hemî endamên Perlman bo dîtina rêgeçarekê ji bo qortalkirna wî xelkê me ji wê jîyana sext u dijwar ya ew xelik u xêzan têde jîyan dike, hijmara wî xelkî eger 8000 hezar bin 3000 ji wan keç u Afretin jîyan u gîyanê wan ketîye metirsiyê ji her rûyekî jîyanê ve.

7- Hevalên lijnê basê harîkariyan kirin dibêjin perlemanê Kurdistanê 100 Milyon bo pêdawîstiyên wan jin u zarokan xeriç kirne , ez di bînim gelek kême u ne li astê qebarê karesata bi serê wan hatî ye .Di bêjin perlemanê Îraqê 27 Milyon wek harîkarî ji bo Lijnê xeriç kirne , mixabin pêwşste hevalên lijna Aferta her ne wergirtibana çunka ne li astê serdana wan ya taybet bû bi Afertê bo Bexda .

8- Pêşinyar dikim runiştinek din u berfirehtir bihête li darxistin li ser wan Çîrok u serhatiyên tirajîdîya yê bi serê Jin u Xêzanên Êzidî hatîn u perleman biryarên bi mifa ji bo başkirna rewşa xelkê perîşan derbêxe ji hemî aliyên jîyanê ve .

Sopas bo Gohdarîya we …

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi