September 01, 2025

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Dawid Murad Komkujîya Koço Dîkoment kirye

Îroke belgename wê di destê me da û divêt bo xelkekî û mêjûyê dîar keîn , ev komkujîya li dijî xelkê gundê Koço hatye encam dan rastîye

 

Demgê Laliş / Veguhastin : Çinar Şemo Qasim

Li dor wê komkujîya li dijî xelkê koço hatye encam dan , vekolerê Êzidî Dawid Mirad Xetarî bo dengê lalish got: ewa  li koço hatîye encam dan fermaneka mezin bû , lê vê fermanê me gelek eşkence û nexoşî û derbederî dîtin û xelkê şingalê hate di çîyaî da û gelek nexoşî dîtin , li vêderê bitinê li gundê Koço da komkujya mezin li wêderkê peyda bû , ew jî roja înyê 15/8/2014 ê bi rêya bi serdabirnê û xapandinê bi rêya serokên ’eşîretên Areban û hindek kesan di nav Da’şê da gote xelkê em tiştekî li we nakîn ,Piştî hingî emîrekî Da’ş bi xo dan pê danê di ket ku wî di vîya bi rêya van da xelkê şingalê bînin û îmnahîyekê bora çêkin , piştî hingî ew komkujyeke mezin bo xelkê şingalê çêkin yan jî tevaya şingalê bikene Misulman û Ereb , ku heke bû Muslman nahêlin Muslmanêt kurd jî li şingalê bimînin , belku dê kine Muslmanêt Erab daku hemu tiştên wan bighorin û hindeka jî bikujn û hindeka bikene Muislman .

Di berdewamîya axvtina xwe da vekolerê Êzidî dîyar kir ,ev tiştê wan vîayî bi dest wan ve nehat ,tinê ma Koço, û hatine Koço û gotinê di vêt hun Musilman bin û xelkî wê pêgêryê bi rêya bab û bapîrên xo kir û neçona ser rêya wan , lewma Koço zerereka mezin da , ewan jî bi serda birbûn ku wekî mesîhîyan dê li wan ken û xelkî gotê dê hemû tiştê xo deyne we bes em bîr û bawerên Olî ji dest nadeyîn û em dê çine di cihekî da heta hingî derfetek çêtbit dê zivrne ser cî û warên xo ve .

Her li dor zerera mezina bi Koço keftî , Dawid Mirad dibêjît: li vê derê wan hemû xelk anan di qutabxanekê da û jin birne serî û zelam birne binî û di qutabxanê de amîrekî da’ş gotareka biçûk xûnd û têda gote wan dê we bine çîya , li vê derê wan hêdî hêdî çend kes bi turmbêlan birn û komkujî ji wanre çêkirin .

Derbareyî wan komkujiyên li dijî xelkê Koço hatîne encam dan navbirî xweya kir , nêzî 13cihên komkujiyê li Koço hene û cihê daxêye, bê dilovanî û wijdanî ev komkujî li dijî xelkî encam dane , ku kêmtir ji 400 kesan bin ax kirîne , piştî hingî keç û jin û zarokên wan revandîne .

Li dawîyê jî derbareyî armanca wî ji belav kirina çîrokên gundê Koço , Dawid Mirad    got : komkujîya koço ya mezin bû , dîsan bi huratî ez wê di çime dinav vê komkujiyê da , da bo xelkekî û mêjûyê dîyar kem , ku ev komkujiye ya durste û îroke belgename wê di destê me da û divêt ji destên xo nekeyîn , ku raste komkujîye .

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi