Cejna Rojiyên Êzî u daxwaniyek ji kombûna asayî desteya bilinda bingehê Laliş / Duhok li 13.12.2014 ..
– desteya bilinda bingehê Laliş : rêzgirtin li xunaşehîdan u perîşanîya xelkê me, rê u rismên cejna Rojiyên Êzî nayên gêran .
– Desteya bilinda bingehê Laliş : xemgînin u Dilbikeserin keç u namusa Kurda li vê Cejnê linav destên Kafirên Dahiş da Êxsîr mane
– Desteya bilinda bingehê Laliş : bizava rizgarî xiwaza Kurdî qerdara Çîyayê Şingala xweragire .
Rastîyek heye divêt bihête gotin , dinav ezmuna azadîya kurdistanê de civaka kurdistanî bigiştî geşbûnek baş bixweve dît ji her kinarekî jîyanê ve. Me kurdên Êzidî nefseka mezin kişand di ware pêkvejîyanê u hevqebûlkirnê u şaristanîkirna civakî u dîmukrasîyetê bi qederek erk u mafên xwe şabûn , li ser bingehê bawerî bi xwe hebûnê bûye , palên xwemal ji bo nav mala kurdî li ser binyatekî netewî kurdistanî , daku em Êzidî mala xwe di hindirê mala kurdistanî de mina dilê xwe avakin u ji dîroka tirajîdîya derbas bûyî serbor u aqil lê wergirin, ji bo peydakirna civakekî saxlem .
Qedera mebû dû deverîya cigrafîyeta me devera Kevin rizgar kirî li sala 1991 ji 10% (23 salin ) cejnên rojiyên Êzî dinav xemla azadîya kurdistanê cejn bo cejnê rewşa miletê me geştir bû , deverên sala 2003 ku 90% rizgarbuyî bi tenê 10 cejnên rojîya dinav ezmuna azadîyê de derbas kirin dîsa sal bo salê rewşa wan baştir dibû ev cejn hevdem hat digel Karesatekê bi destê dujminekî dirunde u dirbeke dijwar daweşande koka xelkê me bi taybetî Çîya yê Şingal , di bêjnê teroristên Dahiş u evçar heyîv derbas bûn Kurdistan bi giştî ketîye ber gefên hêrişên Dahiş u Pêşmergehê qehreman ketîye çeperê berevanî kirnê u hêrş birnê u berebere deverên Dahiş dagîrkirî pak u Azad dikin bi xûna xwe belkî pitir ji 700 fermende u Efser u pêşmergehên bijare gîyanê xwe gurî axa welatê xwe kirne u em pişt rastin hêzek li ser rûyê erdê nîne ji bilî pêşmerge ku deverên me rizgar bike bi piştevanîya hêzên Asmanî yên Emrîka u welatên digel da hevpeyman u serok Barzanî sozdaye me u me baweriyek ne liv bi edalet u kesatîya cenabê wî heye li jêr çavdêrîya şexsê wî zû ne dereng wê mizgînîya azadkirna Şingal u deverê seranserî bê ragihandin u tol u heyfa wan reftarên hovane yên (Dahiş ) derheqê xelk u xêzanên me encam dayîn wê bê sitandin li ser destê pêşmergehê qehreman u çekdarên çîyayê Şingalê îro wan jî şerefa pêşmergatiyê wergirtîye u pîroz dikin .
Rêzgrtin li qurbanî dan û perîşanîya xelkê me û xûna şehîdan rê û resmên cejna rojîa nahêt gêran lê em di bînin bi vê helkeftê gazîya qurbanî dan û xweragirî û berxudana şingala şeprze li ser çar qonaxa bigehînin hersê serokatîyên Kurdistanê .
1-Serokatîya Herêma Kurdistanê
2-Serokatîya Perlemantorê Kurdistanê
3-Serokatîya Hikumeta Herêma Kurdistanê
Qonaxa yekê : pêşî şureşên neteweî
Wî çaxî dagîr kera her li jêr kirasê aînî êzidî bi kafir di dane naskirin û kuştin û talan kirina mal û mirovan li xwe helal di kirin û hêriş di kirne ser êzidîyan û taybet çîayê şingalê wî demî ne partên neteweî hebûn ne jî Perleman û Hikumet hebûn û ne jî serokekê mina Barzanî hebû û ne Kurdistaneke azad hebû daku gazî û hewara xwe bi gehînin tinê çîya yê xweragirê Şingal cihê hawar û hembêz kirina çend mirov di man jiyana xwe ji nû dest pê di kirin û axa xwe çol ne kirin .
Qonaxa dûyê : çaxê şoreşên neteweî
Serdemê şureşa Eylula mezin rêze gunda Êzidîya sinurê pênc qeza mina hêleka sitratîcî ya şureşê bû eger deverên dîtir yên Kurdistanê rêkeftina Adarê bû li Şingal germe germa şoreşê bû Qayîmqamê rijêmê di kuştin û ‘erz û ‘eyalê wan di kite ber agirê firokên dijmin û Êzidîya bi nan û gîyan û talan qurbanî dan.
Qonaxa sêyê : (11) salên azadîya deverên madda (140) û bi taybet Şingal.
Dîsa sitratîcîyeta vê deverê bi piraktîk peyda bû di nav şeqe deqê û kêş û vekêşa Îraqa taze de çi li ser astê Perlemanê Îraqê û çi li ser Civata Parêzgeha Mûsl fakter û fîlterê serekî yê derbaz kirina hemû helwîst û helbijartina bi encamên baş bo hevpeymana Kurdistanê ev devere pêkhatên Olî û netewî bû u pêkhatê herî mezin Kurdên Êzidî yên Şingalê bûn .
Qonaxa carê : Da’ş û dagîr kirina madda (140)
Ji egerê sîyaseta şaşa Malikî Serokê Hikumeta Bexda tiroristên Da’ş Musil dagîr kir û hemu deverên pêkhatên derdorê Musil bûne armancên Da’ş û dagîr kirin û dîsa dîrok dubare bû li jêr kirasê Olî dagîr kera em Êzidî bi kafir dane naskirin dîsa bizava qir kirina me kirin ew bû ya bi serê me hatî ji girtin û kuştin û Êxsîr kirina jin û mêr û zarokan .
Di encam de her ev çar qonaxên Şingal têre derbas buyî di hêlin em bêjin bizava rizgarî xwaza Kurdî û hersê Serokatîyên Kurdistanê qerdarê Şingalê ne û gava erkekî netewîyê serkirdayetîya Kurdistanê bi azad kirina Şingal û deverên dîtr bi bawerya me encamê hersê helbijartinê Perlemanê Îraqê û civata Parêzgeha Musil û rîfrandoma desturê Îraqê û dîsa azad kirina van devera ji dagîr kerên Da’ş têra hindê di kin bi belge Serok Barzanî Perlemanê Kurdistanê raspêre jibo biryar danê li ser rapirsîyê li wan deverên derveyî Herêma Kurdistanê mayî ew xelk li hêvya hindê ye zo bêje belê Kurdistan û vegerne ser bi Kurdistana dayîk ve û jîyanek tena dest pê bikin û Şingal mîna Helebçe û germîyan îdareyeka serbexo ava ke û ekser girêdayî civata wezîran be daku Hikumeta Herêma Kurdistanê budceka ji hejî terxan bike ji bo Şingala Jînosaîd kirî, u bere bere qerê berxudana çîya yê Şingalê li ser xwe rake û birînê kurê Şingalê bêne derman kirin û xelkê me bi jîyanek nûjen bijîn .
Bila xêzanên êxsîr û şehîd û wundabûyî bibne taca serê her kurdekî welat parêz.
Bila Şingala şehîd jî tabayî Helebçe û Germîyan û Barzan be çunke bê qurbanî dan kes dewleta Kurdî li ser sênîka zêrî pêşkêşî xelkê Kurdistanê nake .
Li benda ragehandina dewleta Kurdistanê ne li ser destê Serok Barzanî .
Silav li gîyanê pakê şehîdan , xemgînin û del bikeserên keç û jin û namusa Kurda li vê cejnê li nav destê kafirên Da’ş êxsîr mane, hîvî xawzîn li sal û cejna bê xelkê me li ser cih û warê xwe jîyanek Azad û aram şa bibe .
Mirin û rû reşî bo gişt tirorstên Da’ş û gişt dujmnê mirovatyê.
Şêx Şamo
Serokê desteya bilinda bingehê laliş
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî