May 21, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

çil rojîya mamosta û nivêskar Rêsan Hasan li bîr anî

Bingehê laliş û yeketya nvîskaran çil rojîya mamosta û nvêskar Rêsan Hasan li bîr anî 

Veguhastin Çinar Şemo

Desteya bilind ya bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî û yeketya nvîskarên kurd tayê Dihok û bi amadebuna cemawerekî zor ji kesayetî û rewşenbîr û berpirsên dezgehên rewşenbîrî li duhokê û binemal û kes û karên wî , çil rojîya xudê jê razî mamosta û nvîskar Rêzan Hasen li înîya borî rêkeftî 2/1/2015 li hola bingehê laliş sax kirin . 

Di rê û resmên saxkirina çil rojîya xudê jê razî mamosta û nvîskar Rêsan Hasan cindî .

Li destpêkê bi xêrhatinek germ li hemû amadebûyan hate kirin û deqîqek rawestyan wek rêzgrtin bo canê paqijê şehîdên Kurdistanê, di paşre serokê desteya bilinda bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî berêz Şêx Şamo di peyvekê de amaje da kar û xebata wî di biwarê êzidîatyê de , her wesa rûlê wî yê berçav da dîar kirin bi taybetî demê yek ji endamê desteya bilinda bibgehê laliş karye xizmeteke baş di biwarê edeb û keltorê êzidîyatyê de bikit û sere xoşî li malbat û kes û kar û hemû heval dostên wî kir , paş serokê yeketya nvîskarên Kurd tayê Dihokê berêz Hasan Silêvaneyî di peyvekê de çend tîrojkek berdane ser wan berhemên wî çapkirin û bi beha nirxandin û got :karye herdem rolê xo di bizav û çalakîyên yeketya nvîskarên Kurd de bi bîne , her wisa rêveberê giştî yê perwerda Dihokê berêz ‘abid Yusif bi vê helkeftê peyîvek pêşkêş kir û têde dîar kir ku xudê jê razî karîbu di biwarê perwerdê û ji alyê rewşenbîrî ve mifayekî baş bi gehînte qutabîyên me .

Paş çendîn wêneyên bizav û çalakîyên wî ji alyê ragehandina bingehê laliş ve hatin nimaîş kirin û berêz Hecî Mexso kurtîyek ji jîan û berhemên wî bo amade bûya da dîar kirin , her wisa wek wefadarî bo canê xudê jê razî çendîn hozan hatin xwandin ew jî ji alyê berêzan mamoste Qadir Hasan û mamosta Necib Coqî û berêz Alî reşîdanî ve , di paşre mamosta û nvîskar Kovan Rêsan ji pêş binemala xudê jê razî ve supasîyên xwe arasteî tevaya amadebûyan kirin û got çendîn berhemên wî maîne ne çap kirî û li nêzîk tê wern çap kirin .

Di paşre pertokên çapkirî ya dawî ya xûde jê razî li ser amadebuyan hat belave kirin

Li dawîyê jî amadebûyan seredana mezarê wî kirin ji bo bexşîna gulekê bo ser canê wî li komelgeha Xankê .

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi