July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Almanyayê Kurdekî Êzidî dersînor kir

Almanyayê Kurdekî Êzidî dersînor kir

Hewlêr (Rûdaw) – Almanyayê Kurdê Êzidî yê bi navê Aştî Ebdî dersînor kir.

Aştî Ebdiyê 20 salî ku li bajarê Munîhê wekî garson dixebitî roja şemiyê hat dersînorkirin û vegerandin Hewlêrê.

Dersînorkirina Kurdê Êzidî Aştî Ebdî li Almanyayê bû sedema nerazîbûnan.

Li gorî rojnameya Almanî Bildê tevî ku karekî wî yê tamrojî heye, bacê dide û baş bi Almanî dizane jî piştî 3 salan Aştî Ebdî ji Almanyayê hatiye dersînorkirin.

Garsonê Kurdê Êzidî ku li Almanyayê wekî “Garsonê Serkeftî yê Munîhê” jî tê naskirin roja şemiyê li Balafirgeha Munîhê bi girî xatir ji malbat û hevalên xwe xwest.

Dayika wî Beşar (52), birayê wî Ezîz (28) û xwişka wî Şemê (24) ku nexwestin wî bi tenê bihêlin, bi çavên tijî girî hev hembêz kirin.

Aştî li Balafirgeha Munîhê li balafirê siwar bû, çû Stenbolê û ji wir jî hat Hewlêrê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi