July 27, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Şingalê merasîma danîna bîrdariya şehîdên jenosîda Êzdiyan birêve çû

Li Şingalê merasîma danîna bîrdariya şehîdên jenosîda Êzdiyan birêve çû

K24

(K24) – Îro 18/10/2023an li Şingalê merasîma danîna bîrdariya jenosîda şehîdên Êzîdî hate lidarxistin. Di merasîmê de Dr. Dînar Zêbarî wek nûnerê Serokwezîr Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîmê bû.

Dr. Dînar Zêbarî li ser navê Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û got, piştî êrişên terorîstên DAIŞê li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê ku Êzîdî û pêkhateyên din yên olî û neteweyî lê dijîn, terorîstan mezintirîn binpêkirina maf û prensîpên mirovî kirin.

Herwiha got: “Bi sed hezaran mirov hatin kuştin, talankirin, revandin û koçberkirin. Tevî van hemû karesatan jî, Êzidiyan karîbûn nasnameya xwe ya etnîkî û olî biparêzin.”

Dr. Dîndar Zêbarî amaje bi wê yekê kir, Herêma Kurdistanê di van salên dawî de, çend pêngav ji bo alîkariya Êzdiyan avêtine, wek avakirina komîteyeke wezarî ji bo naskirina tawanên DAIŞê, wek jenosîd li ser asta navdewletî û Parlamentoya Herêma Kurdistanê ew tawan wek jenosîd nas kir û belgekirin û amadekirin dosyeya tawanên DAIŞê ku heta niha (5170) halet hatine tomarkirin û zêdetirî (2324) haletan hatine temamkirin û komîteyek ji bo rizgarkirina kesên ku ji aliyê terorîstan ve hatine revandin hatiye avakirin.

Da zanîn jî, heta 15ê Gulana 2023an, (3562) kes hatine rizgarkirin, di nav wan de (1215) jin û (339) mêr, (1051) keç û (956) kur in û ji (1546) kesan re jî piştgiriya derûnî hatiye dayîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadkirina hemû girtiyan jî berdewam e.

Tekez kir ku, di çarçoveya projeya arşîvkirin û belgeyên tawanan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevahengî ligel dosyayên arşîva UNITAD (3950) dosye arşîv kiriye ku ji (365021) rûpelan pêk tê û me daxwaz ji UNITAD kir ku di projeya damezirandina pisporên niştimanî de, pişta xwe bi xelkê Şingalê û navçeyên derdora wê ve girê bide.

Derbarê dadgehkirina terorîstên DAIŞê de jî got: Herêma Kurdistanê bi piştevaniya UNITAD, projeyasayek amade kiribû bo damezrandina dadgeheke taybet bo tawanên DAIŞê ku hemû pîvanên navdewletî tê de hene. Çendîn çar Şêwirmendê Taybet û Serokê tîma UNITED di raportên xwe yên bo Encûmena Asayîşê de, pesna rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî dabû. Lê Dadgeha Bilind a Federalî ev proje yasayî red kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha got, divê rêkeftina Şingalê ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de û di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî de hatiye îmzekirin, were cîbicîkirin. Ji ber ku baştirîn çareserî ji bo aştî, ewlehî, avakirina herêmê û vegera penaberan, divê hikûmeta federal û rêxistinên navdewletî bi taybetî UNAMI hemû hewlên xwe bidin.

Zêbarî got: Êzidî beşeke xwecihî ya gelê Kurd in û divê em hemû bi hev re kar bikin, da ku hinek barê wan kêm bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe xwediyê Êzîdiyan dîtiye û di azadkirina Şingal û navçeyên wê de ya bi serpereştiya Serok Barzanî, zêdetir ji 500 Pêşmergeyan şehîd bûne.

CH

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi